Nisêbînî li kolanan govenda berxwedanê geş dikin

Li navçeya Nisêbînê li dijî qedexe û êrîşên hêzên dewletê gel berxwedanê bilind dike. Hemwelatiyên qedexeyan nas nakin li ber mûzîkê govenda berxwedanê geş dikin.

Li navçeya Nisêbînê li hember qedexe û êrîşên hêzên dewleta Tirk gel li kolanan li ber xwe dide û qedexeyan nas nake. Li seranserî navçeyê piştî ku qedexe hate îlankirin û şûn de êrîşên hêzên dewletê jî destpê kirin. Bi taybet taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynel Abidîn û Kişla di hedefa êrîşan de ye. Polîsên taybet bi çekên giran êrîş dibin ser taxan û li hember van pêkanîn û êrîşan jî gel li kolanan li ber xwe dide û qedexeyan nas nake.