Dorpêç û êrîş li Dêrikê hatin protestokirin

Pêkanînên qedexeyên kolanan û rêveberiyên awarte yên li ser Kurdistanê ji aliyê Nûnertiya Şaxa Dêrikê ya SES’ê hate protestokirin.

Pêkanînên qedexeyên kolanan û rêveberiyên awarte yên li ser Kurdistanê ji aliyê Nûnertiya Şaxa Dêrikê ya SES’ê hate protestokirin.

Nûnertiya Şaxa Dêrikê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, têkîldarî qedexeyên kolanan û pêkanînên rêveberiya awarte ya li ser Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Sendîkayên girêdayî DISK’ê jî piştgirî dan daxuyaniya li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê hat lidarxistin. Nûnera Şaxa Dêrikê ya SES’ê Gulîzar Îpek daxuyanî da, wiha got: “Êdî saziyên tenduristiyê ji vê erka xwe derketine.” Îpek wiha ragihand: “Li gor hevpeymanên navneteweyî divê di her şert û mercî de nexweşxane bên parastin, lê dest jê berde parastin, îro bi xwe her yek bûne saziyeke pevçûnê. “ Herî dawî got: “Li ber deriyê nexweşxaneyan li şûna ambûlansan, TOMA, Akrep tên rawestandin, li ser ambûlans û nexweşxaneyan gule tên reşandin.”

Piştî daxuyaniyê, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.