Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gundê Qereqozaxê kirin

Çeteyên DAÎŞ’ê, ji çeperên Başûrê Cerablûsê 19-20’ê Kanûnê êrîş li hember gundê Qereqozax ê dikeve Başûrrojavayê Kobanê pêk anîn.

Çeteyên DAÎŞ’ê, ji çeperên Başûrê Cerablûsê 19-20’ê Kanûnê êrîş li hember gundê Qereqozax ê dikeve Başûrrojavayê Kobanê pêk anîn. Di encama bersivdayina hêzên YPG’ê ya şerê li hember êrîşên çeteyên Ehrar El Şam a li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê çeteyek hat kuştin û 2 çete jî hatin birîndarkirin. 

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, wiha ragihand: “ 19’ê Kanûnê saet 22:00’an çeteyên DAÎŞ’ê ji çeperên xwe yên Başûrê Cerablûsê bi çekên giran li ser gundê Qereqozax ê dikeve Başûrrojavayê Kobanê û derdora wê êrîş pêk anîn.

20’ê Kanûnê seat 14:30’an çeteyên DAÎŞ’ê ji çeperên xwe yên Başûrê Cerablûsê li hember herêma Girê Reş ê nêzîkî gundê Qereqozax ê Başûrrojavayê Kobanê bi çekên giran êrîşek pêk anîn.

20’ê Kanûnê saetên danê nîvro çeteyên Ehrar El Şam li hember taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîş li dar xistin. Di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer derket. Di şer de li gor hat tespîtkirin çeteyek hat kuştin û 2 çete jî hat birîndarkirin.

20’ê Kanûnê saet 22:00’an çeteyên DAÎŞ’ê nêzî bajarokê Sîlûka xwestin êrîşekê li dar bixin. 2 çeteyên xwestin çalakiya xwekujiyê pêk bînin ji aliyê hêzên me ve hatin ferqkirin û di encama şer de çeteyek bi çek û rextê xwe ve mirî hat girtin. Çeteyê din jî, ji herêmê reviya.”