Çalakiya kon a jinan li Dusseldorfê destpê kir
Li ser banga TJK-E, çalakiya kon a “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” ya 21-24’ê Kanûnê pêk tê, destpê kir.
Li ser banga TJK-E, çalakiya kon a “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” ya 21-24’ê Kanûnê pêk tê, destpê kir.
Li ser banga TJK-E, çalakiya kon a “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” ya 21-24’ê Kanûnê pêk tê, destpê kir. Di roja yekemîn a çalakiyê de nobed ji aliyê meclîsên jinên Dusseldorf û Krefeld tê girtin.
Çalakiya di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) de pêk tê bi tevlîbûna Meclîsa Jinên Dusseldorf, Meclîsa Jinan a Viyan a Wûppertal, Meclîsên Jinan ên Monchengladbach, Krefeld, Grevenbroîch, Neûss, Solîngen ve Dûîsbûrg û endamên Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) tê lidarxistin.
Çalakiya kon a ku îro li pêşiya Dusseldorf HBF destpêkir, heta 24’ê Kanûnê wê her roj saet di navbera 12.00’an û 20.00’an de bê lidarxistin. Di çalakiya ku bi şîara, “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” pêk tê de terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê derdikeve pêş û berxwedanên xwerêveberiyan û Kurdistanê tên silavkirin.
Starta çalakiyê ji aliyê Meclîsên Jinan ên Dusseldorf û Krefeldê hat dayin, wê ji saet 16.00’an û şûn de meclîsên jinan ên Grevenbroîch û Monchengladbach dest bi nobedê bikin. Bi çalakiya kon re her wiha çalakiyên kefen li xwe kirinê jî didome.
Di dewama çalakiyê de belavok jî tên belavkirin.