Li Silopiyayê polîs bi zorê gel ji malên wan derdixin

Hate diyarkirin ku li Silopiyayê ya ku êrîş lê zêde bûne, tîmên taybet ên Tirk diçin malên welatiyên li taxên Nûh û Başak ên ku barîqat lê tinene, welatiyan derb dikin û bi zorê wan ji malên wan derdixin.

Hate diyarkirin ku li Silopiyayê ya ku êrîş lê zêde bûne, tîmên taybet ên Tirk diçin malên welatiyên li taxên Nûh û Başak ên ku barîqat lê tinene, welatiyan derb dikin û bi zorê wan ji malên wan derdixin.

Hate diyarkirin ku yên bi zorê ji malên xwe hatine derxistin li Salona Sporê ya Sergirtî ya Yenîşehîrê jî bi zorê tên girtin.

Hêzên dewletê ji ber di roja 8. de jî nikarin berxwedana gel bişkînin, asta êrîşên xwe yên li ser navçeya Silopiya ya Şirnexê zêde kirin. Li ser taxên Nûh, Başak, Cûdî, Barbaros û Karşiyaka yên navçeyê topbaran bi tevahî hêza xwe didome. Di encama topbaranê de gelek mal texrîp bûn, hin ji wan jî şewitîn. Hate ragihandin ku ji ber top li mala welatiyê bi navê Îbrahîm Tongûç ketiye, mala 2 qatî hilweşiyaye.

POLÎS Û LEŞKER HIN MAL KIRINE ÇEPER

Hate ragihandin ku maleke li nêzî Dibistana 23’ê Nîsan a li heman taxê, ji aliyê leşker û polîsan ve wek biryargehê tê bikaranîn, li ber camên malê torbeyên kûmê rêz kirine û wek çeperê bikar tînin. Tîmên taybet dikevin gelek malên ku li cihê barîqat lê tinene, bi zorê zarok jî tê de gelek kesan ji malên wan diqewitînin. Hate ragihandin ku li Taxa Karşiyaka di êrîşên top û hawanan de gelek sivîl birîndar bûne , birîndar di malên xwe asê mane.

MIROVAN DI MALÊN WAN DE DERB DIKIN Û BI ZORÊ DERDIXIN 

Li aliyê din hat ragihandin ku gelê li nuqteya 52. a li yekgirtina taxa Başak û Nûrê ji aliyê tîmên taybet û leşkerên Tirk ve tên derbkirin û bi zorê ji malên wan derdixin. Hat diyarkirin ku gelek kes derb kirine û bi zorê ji malên wan derxistine, li Salona Sporê ya Sergirtî ya Yenîşehîrê tên ragirtin. Li aliyê din Dibistana Seretayî ya Cûmhûryetê ya li taxa Nûrê di encama avêtina topan de bi temamî hatiye şewitandin. Di nav agahiyên tê ragihandin de Avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê ya li Taxa Yenîşehîrê ji aliyê tîmên taybet û leşkerên Tirk ve hatiye serdegirtin û avahiya ku hatiye texrîbkirin ji aliyê polîsan ve wek bargeh tê bikaranîn.

‘ZÊRÊN ME DIZÎN’

Selahatîn Konûr ê li taxa Yenîşehîr a Cadeya 63. de dijî wiha got: “Tîmên taybet ên Tirk deriyên mala min şikandin û mal talan kirin. Konûr diyar kir ku apartman ji 10 malan pêk tê , zêrên ku nirxê xwe 12-13 hezar TL bûn, polîs û leşkerên Tirk dest danîn ser. Konûr herî dawî wiha got: “Ev şerê xenîmetê dikin. Malên ku dikevinê hemûyan talan dikin. Zêrên ku nirxê xwe 12-13 hezar TL ye, tîmên taybet ên Tirk dizîn. Bavê min ê 85 salî bi erdêre dirêj kirin. Van ji mirovbûnê ti par negirtine. Bi xeberan heqaret li me kirin. Hemû gelê me ji bo li hember vê zilmê raweste, divê cihê xwe li cem gelê Botanê bigire.”