Li Wanê banga tevlîbûna çalakiya sibehê hat kirin

Hevserokatiya Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Bajarê Wanê, bang li gelê Wanê kir ku li dijî êrîşên polîsan ên li ser Wanê, wê sibehê saet 12.00’an li Parka Feqiyê Teyran kom bibin.

Hevserokatiya Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Bajarê Wanê, bang li gelê Wanê kir ku li dijî êrîşên polîsan ên li ser Wanê, wê sibehê saet 12.00’an li Parka Feqiyê Teyran kom bibin.

Hevserokatiya Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Bajarê Wanê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Wanê kir ku li dijî êrîşên polîsan ên li ser Wanê, wê sibehê saet 12.00’an li Parka Feqiyê Teyran ji bo daxuyaniya çapemeniyê kom bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li dijî konsepta şer a li dijî Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Wanê, em bang li tevahî gelê xwe dikin ku sibehê saet 12.00’an li Parka Feqiyê Teyran kom bibin. Em ê bi daxuyaniya xwe ya çapemeniyê qetlîaman protesto bikin.”