KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên 3 kesên ku li Hezexê jiyana xwe ji dest dan şandin Mêrdînê
Cenazeyên 3 kesên ku di encama teqîna danê sibehê li Hezexê jiyana xwe ji dest dan, ji bo karûbarên otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. -
Li Cizîrê pitikek yek salî birîndar bû
Li Taxa Cûdî ya ku di bin gulebaran artêşa Tirk de ye, niha jî pitikek yek salî ji ber guleya li hundirê mala wan li pişta wî ket birîndar bû. -
Jineke din li Cizîrê hat qetilkirin
Li navçeya Cizîrê polîsên Tirk ji wesayîta zirxî êrîşî taxa Cûdî kirin û jina bi navê Zeynep Yilmaz qetil kirin. -
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Êdî dema valakirina zanîngehan e
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ji bo tevlîbûna berxwedana li Kurdistanê bang li ciwanan kir. Di banga li ciwanên Tirkiye û Kurdistanê tê kirin de wiha tê gotin: “Êdî dema valakirina zanîngehan e.” -
Li Silopiyayê polîsan gule li ciwanekî astengdar reşandin
Ciwanê bi navê Egît Kaçar (22) ê astengdar li Taxa Başak a Silopiyayê bi guleyên hêzên dewleta Tirk ve birîndar bû. -
Li Qoserê gel li hember polîsên Tirk bendan ava dikin
Gel ji bo êrîşên polîsên asteng bikin, pirên ku diçin nava taxan bi bendan digirin. -
Li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên bi hewan û obusan
Artêşa Tirk, li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus û hewanan êrîş pêk anî û tevgera hewayî jî didomîne. -
Li Stenbolê polîsan êrîşî girseyê kir
Şîdeta polîsan ciwanên bi dirûşmeyan bersivand, berxwedana xwe li Taxa Haciahmet û Karakoyê didomînin. -
Li Îzmîrê polîsên Tirk êrîşî çalakiya protestoyî kirin
Girseya ku ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li Îzmîrê civiya, rastî êrîşa polîsan hat. -
Li Nisêbînê li nuqteya wesayîta zîrxî teqîn
Li nuqteya ku wesayîta zirxî hatibû bicihkirin a li ser Cadeya Çagçag a Nisêbînê ku ev 7 roj in rêveberiya awarte didome, teqînek dijwar pêk hat. -
Gelê hewl da bikeve Kerboranê rastî barîqata leşkerên Tirk hat
Gelê ku ji bo dorpêça li ser Kerboranê ya di roja 10. de didome bişkîne çû Midyadê, di ketina navçeya de hat astengkirin. Girseya ku astengî protesto kir, dest bi çalakiya rûniştinê kir. -
Polîs êrîş dike, gel li ber xwe dide
Polîsên Tirk êrîş birin ser Kurdistaniyên ku ji bo şkandina dorpêçê û xwedîderketina berxwedanê meşiyan.Gel xwe diparêze, berxwedana xwe didomîne. -
Li Qoserê şer li tevahî navçeyê belav bû
Hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser daxuyaniya Qoseriyan a li dijî pêkanînên rêveberiya awarte ya li ser Kurdistanê, bûyerên derketên li tevahî navçyeê belav bûn. Ji navçeyê dengê teqînên dijwar tên. -
Midyadiyan berê xwe dan Kerboranê / HAT NÛKİRİN
Bi armanca protestokirina "qedexeya derketina derve" û êrîşên dewleta Tirk ên li navçeyên Kerboran û Nîsêbînê, li navçeya Midyad a Mêrdînê meşek hat lidarxistin. -
Li Cizîrê polîsên Tirk, pitika di zikê dayikê de kuştin
Li Cizîrê, bi guleya polîsên taybet ên Tirk, Guler Yanalak a bi heft mehan ducanî, ji zikê xwe bi giranî birîndar bû. Ji ber vê êrîşa polîsên Tirk, pitika di zikê dayika xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Li Ceyhanê polîsan êrîş kirin, ciwan li ber xwe didin
Ciwanên li Ceyhanê ji bo şermezarkirina terora dewletê daketin kolanan, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Li hemberî êrîşê, ciwan xwe diparêzin. -
Leşkeran li Kerboranê gule li malekê reşandin
Li Kerboranê leşkerên Tirk gule li malekê reşandin. Ji ber gulereşandinê xisar li dîwarê xanî çêbû. -
Gelê Amedê ji bo bimeşe Sûrê kom bû
Ji bo ber bi navçeya Sûrê ya Amedê ya ku ev 19 roj in "qedexeya derketina derve" lê didome bimeşe, girse li pêşiya AZC Plaza kom dibe. -
Ji bo meşa sibe ya ber bi Cizîrê ve banga tevlîbûnê hat kirin
Ji bo meşa sibe ya ber bi Cizîrê ve, li Şirnexê belavok hatin belavkirin. -
Li Wanê êrîşa polîsan: Hevserokê HDP'ê yê bajêr birîndar bû-HAT NÛKIRIN I
Li Wanê, di bûyerên ji ber êrîşa polîsan derketin de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Endamê Meclîsa Şaredariya Payîzavayê, ji ber kapsulên gazê yên li bedena wan ketin birîndar bûn û bi dehan kes hatin binçavkirin. -
Cenazeyê Çoban ê li Silopiyayê hat qetilkirin, hat veşartin
Cenazeyê Suleyman Çoban ê 70 salî, ku li Silopiyayê ji ber bomberdûmana hêzên dewleta Tirk a hemberî mala wî, krîza dil derbas kir, duh bi şev hat veşartin. -
Li Dêrikê 700 xwendekaran bawername girtin
Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ya bajarê Dêrikê 700 bawernameyên zimanê kurdî li xwendekarên asta yekemîn û duyemîn belav kir. -
Dewleta Tirk li Fransa û Elmanyayê hat şermezarkirin
Xwepêşandanên Kurdistaniyan ên li Ewropayê yên ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, zêde dibin. -
Gelê Botanê: Em ji kesî nan naxwazin, destekê bidin berxwedana me
"Bila me bi tenê nehêlin. Botan niha bi hemû taxên xwe li ber xwe dide. Wê li ber dijmin, li ber dagirkeran serî netewîne." -
Li Qoserê polîsan êrîş kirin, gel li ber xwe dide
Li Qoserê, girseya gel a ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li hev kom bû û wê daxuyanî bida çapemeniyê, rastî êrîşa polîsan hat.