Cenazeyên 3 kesên ku li Hezexê jiyana xwe ji dest dan şandin Mêrdînê

Cenazeyên 3 kesên ku di encama teqîna danê sibehê li Hezexê jiyana xwe ji dest dan, ji bo karûbarên otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Cenazeyên 3 kesên ku di encama teqîna danê sibehê li Hezexê jiyana xwe ji dest dan, ji bo karûbarên otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Ji hin taxên navçeyê dengê çekan bilind dibe.

Cenazeyên Mûhîttîn Olgar, Mehmet Latîf Olgar û Omer Geçgel ên ku di encama teqîna danê sibehê ya li maleke li Taxa Yenî ya navçeya Hezex a Şirnexê jiyana xwe ji dest dan li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hatibû rawestandin, ji bo karûbarên otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî karûbarên otopsiyê, hate ragihandin ku wê sibehê cenazeyan li Hezexê defn bikin.

Her wiha li navçeya ku esnafan piştî êrîşan kepengên xwe girtin, bi ketina tarîtiyê ve li hin taxan dengên çekan bilind bûne.