Cenazeyê Çoban ê li Silopiyayê hat qetilkirin, hat veşartin

Cenazeyê Suleyman Çoban ê 70 salî, ku li Silopiyayê ji ber bomberdûmana hêzên dewleta Tirk a hemberî mala wî, krîza dil derbas kir, duh bi şev hat veşartin.

Cenazeyê Suleyman Çoban ê 70 salî, ku li Silopiyayê ji ber bomberdûmana hêzên dewleta Tirk a hemberî mala wî, krîza dil derbas kir, duh bi şev hat veşartin.

Cenazeyê Çoban ê ku di roja 5. a rewşa awarte de li mala xwe ya li taxa Başakê hat qetilkirin, ji ber dijwariya êrîşên dewleta Tirk piştî du rojan veşartin.

Cenazeyê Çoban duh bi şev li Goristana Taxa Cûmhûriyetê ji aliyê xizmên wî ve hat veşartin.

Li aliyê din, cenazeyên dayika 11 zarokan Taybet Înan (57) û tiyê wê bavê 6 zarokan Yûsûf Înan (40) ê li taxa Nûhê ji ber gulereşandina hêzên dewleta Tirk li mala xwe hatin qetilkirin, ji ber topbaran û êrîşên çekdarên dewletê, li cihê lê jiyana xwe ji dest dane, nikarin bên rakirin.