Gelê Botanê: Em ji kesî nan naxwazin, destekê bidin berxwedana me

"Bila me bi tenê nehêlin. Botan niha bi hemû taxên xwe li ber xwe dide. Wê li ber dijmin, li ber dagirkeran serî netewîne."

Êrîşên topyekûn ên hêzên dewleta Tirk li Silopiyayê zêde bûn. Topbarana li ser taxên Başak û Nûrê dijwar bûn. Endamê Meclîsa Gel a Taxa Nûhê Mehmet Bayat got, "Em ji kesî nan naxwazin. Bila bi tenê destekê bidin Cizîr û Silopiyayê ew bes e. Bila me bi tenê nehêlin. Botan niha bi hemû taxên xwe li ber xwe dide. Wê li ber dijmin, li ber dagirkeran serî netewîne."

Taxên Başak û Nûh ên Silopiyayê, ji aliyê maşînên zirxî yên leşkerî û polîsên tevgera taybet ên Tirk ên li nuqteya 52. a stratejîk bi cih bûne, tên gulereşandin. Guleyên topan li gelek malên li taxan ketin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, gelek sivîl birîndar bûn. Bi sedan kesên ku gule li malên wan tên reşandin, li malên xwe asê mane. Gelê li taxa Ofîsê, bi armanca şikandina êrîş û dorpêçiya li ser taxên berxwedanê, dest bi meşê kir. Polîs û leşkerên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule li gelê dimeşiya reşandin.

'GELÊ BOTANÊ LI BER XWE DIDE'

Hat ragihandin, ku li taxa Nûhê li maleke topa hawanê lê ketiye, gelek kes birîndar bûne. Endamê Meclîsa Gel a Taxa Nûhê Mehmet Bayat got, "Em ji kesî nan naxwazin. Bila bi tenê destekê bidin Cizîr û Silopiyayê ew bes e. Bila me bi tenê nehêlin. Botan niha bi hemû taxên xwe li ber xwe dide. Wê li ber dijmin, li ber dagirkeran serî netewîne."