Li Silopiyayê polîsan gule li ciwanekî astengdar reşandin
Ciwanê bi navê Egît Kaçar (22) ê astengdar li Taxa Başak a Silopiyayê bi guleyên hêzên dewleta Tirk ve birîndar bû.

Di roja 7. a rêveberiya awarte ya Silopiyayê de hêzên dewletê nikarin berxwedana gel bişkînin, êrîşên xwe zêde kirin. Li Taxa Başakê hêzên dewletê ciwanê bi navê Egît Kaçar (22) ê astengdar bi guleyan ji zikê wî birîndar kirin. Kaçarê bi giranî birîndarbûyî bi alikariya gel ve bi betaniyan ji cihê bûyerê rakirin malê. Ambûlans û ekîbên tenduristiyê nikarin bikevin taxa ku gelek birîndar lê hene.
Hate diyarkirin ku Otela Uzenler a li Taxa Cûdî, tîmên taybet kirine biryargeh. Xwediyê otelê Saît Uzen destnîşan kir ku polîs û leşkeran wî û malbata wî ji otelê bi derbkirinê avêtine. Uzen got ti hincet nedan diyarkirin û dest danîn ser otela wî, her wiha li qatê jor sekvan bicih kirine, wiha berdewam kir: “Xeber û heqaret li min kirin. Gotin ‘eger tu vê derê neterikîne, ji me re zehmetiyan derxîne, em ê bi tankan ve vê derê li ser serê te hilweşînin’.”