Li Ceyhanê polîsan êrîş kirin, ciwan li ber xwe didin
Ciwanên li Ceyhanê ji bo şermezarkirina terora dewletê daketin kolanan, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Li hemberî êrîşê, ciwan xwe diparêzin.
Ciwanên li Ceyhanê ji bo şermezarkirina terora dewletê daketin kolanan, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Li hemberî êrîşê, ciwan xwe diparêzin.
Esnafên taxên Kuçukkirim, Esentepe, Emek, Yersûvat, Belediyeevlerî, Altiocak û Înonu yên navçeya Edene Ceyhanê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, dikanên xwe îro venekirin. Ciwanên bi heman armancê li Xaçerêya Orhan Kemal a Taxa Belediyeevlerî hatin cem hev jî, agir dadan û rê li çûn û hatinê girtin. Hejmareke zêde ya polîsan bi maşînên zirxî dest li çalakiyê werdan û bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin. Ciwanan jî li hemberî êrîşa polîsan dest bi xweparastinê kirin. Şerê li herêmê dewam dike.
Di vê navberê de gelê Ceyhanê wê bi armanca silavkirina berxwedana li Kurdistanê, ber bi Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ve bimeşe.