Gelê hewl da bikeve Kerboranê rastî barîqata leşkerên Tirk hat
Gelê ku ji bo dorpêça li ser Kerboranê ya di roja 10. de didome bişkîne çû Midyadê, di ketina navçeya de hat astengkirin. Girseya ku astengî protesto kir, dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Gelê ku ji bo dorpêça li ser Kerboranê ya di roja 10. de didome bişkîne çû Midyadê, di ketina navçeya de hat astengkirin. Girseya ku astengî protesto kir, dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Gelê ku ji bo dorpêça li ser navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ya di roja 10. de didome bişkîne, bi konveyek bi dehan wesayîtî ve ji Midyadê derket rê, li gundê Serdêfê yê di ketina navçeya de bi barîqatan hat birîn.
Ji bo destûr bê dayîn, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan bi telefonê li Qeymeqamê Kerboranê geriya. Lê hate diyarkirin ku Qeymeqam ji Aslan re wiha gotiye: “Reheta min winda nekin.”
Kurdistaniyên bertek dan astengiyê di ketina navçeyê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê ya girseyê didome.