Midyadiyan berê xwe dan Kerboranê / HAT NÛKİRİN
Bi armanca protestokirina "qedexeya derketina derve" û êrîşên dewleta Tirk ên li navçeyên Kerboran û Nîsêbînê, li navçeya Midyad a Mêrdînê meşek hat lidarxistin.
Bi armanca protestokirina "qedexeya derketina derve" û êrîşên dewleta Tirk ên li navçeyên Kerboran û Nîsêbînê, li navçeya Midyad a Mêrdînê meşek hat lidarxistin.
Bi sedan Midyadî, bi pêşengiya KJA'yê ji bo şermezarkirina êrîşên li navçeyên Kerboran û Nisêbînê meşiyan. Piştî meşê girseya gel li wesayîtan siwar bû û bi konvoyek ji dehan wesayîtan ber bi Kerborana hatiye dorpêçkirin ve ket ser rê.
Bi armaca protestokirina "qedexeya derketina derve" û êrîşên dewleta Tirk ên li navçeyên Kerboran û Nîsêbînê, li navçeya Midyad a Mêrdînê meşek hat lidarxistin.
Beriya meşê bi sedan Midyadî li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê civiyan û li ber çepik û dirûşmeyan heta Meydana Kardeşlîk meşiyan. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Em berxwedana Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Sûr û Kerboranê silav dikin" hat vekirin. Li dû meşê Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Bîrgul Toprak axivî û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê şermezar kir.
Toprak bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku li dijî polîtîkayên tinekirinê, li her cihê lê ne li ber xwe bidin û li dijî qedexeyan derkevin.
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan jî dîmenê "qedexeya derketina derve" dişibe dîmenê talankirinê û got, "Talankirin e, ji ber ku li wir dijmin nîne. Divê van tank û topan ji xaka me derxînin. Fermandarê artêşa Tirk wisa difikire ku li pêşberî wan, welatên cuda heye, li Şirnexê kom dibe, gel dorpêç dike." Aslan nerazîbûneke tund nîşanî vê rewşê da.
Piştî daxuyaniyê girseya gel li wesayîtan siwar bû û bi konvoyek ji dehan wesayîtan berê xwe da Kerboranê, ku ev 10 roj in rewşa awarte û êrîşên giran lê heye.