Gelê Amedê ji bo bimeşe Sûrê kom bû

Ji bo ber bi navçeya Sûrê ya Amedê ya ku ev 19 roj in "qedexeya derketina derve" lê didome bimeşe, girse li pêşiya AZC Plaza kom dibe.

Ji bo ber bi navçeya Sûrê ya Amedê ya ku ev 19 roj in "qedexeya derketina derve" lê didome bimeşe, girse li pêşiya AZC Plaza kom dibe.

Ji bo protestokirina êrîşên li ser navçeya Sûrê û piştgirîdayina gelê Sûrê, gelek kes li pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê tên cem hev.

Girseya ber bi Sûrê ve ket meşê dirûşmên, “Bijî Berxwedana Sûrê” berz dike.

Polîsê ku Semta Ofîsê dorpêç kiriye jî serê tevahî kolanan girtiye, tevî dorpêçê jî mirov ji bo tevlî meşê bibin ber bi AZC Plaza ve diherikin.