KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê endamê erka xweparastinê Hisên hat veşartin
Cenazeyê endamê erka xweparastinê Xalid Hisên li Goristana Şehîd Xebat bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Kurdên Êzîdî li Moskowa Cejna Êzî pîroz kirin
Êzîdiyên li Moskowayê dijîn bi munasebeta pîrozkirina Cejna Êzî li avahiya Mala Kurdan şahiyek lidar xistin. -
Êrîşên dewleta Tirk li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin
Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dike, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin. Girseyên gel ên li Norwêc, Belçîka, Elmanya û Awûstûryayê li hev civiyan, lenet li êrîşên AKP'ê anîn. -
Mele Tîryakî: Hikûmet, mîna bi ser welatekî dijmin de diçe êrîş dike
Mele Abdulbarî Tîryakî da xuyakirin, dorpêçiya dewlet li Kurdistanê dike, ji serdemên rewşa awate yên salên 1990'î gelekî dijwartir e û destnîşan kir, ku îro li herêmê zilmeke kêm caran hatiye dîtin, tê kirin. -
Pêşmerge: Hebûna gerîla hêzê dide me
Gerîla û pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê di heman eniyê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin gotin, "Azadiya Kurdan bi hêza hevpar a parastinê dibe." -
Li Cîzîrê 3 leşker û cerdevanek bîrîndar e
Li Cîzîrê 3 leşker û cerdevanek birîndar bû, birin Nexweşxaneya Dewletê. -
Li Kerboranê tanka leşkerî hat rûxandin
Hate ragihandin ku danê nîvro li Kerboranê ji ber teqîna dijwar tankek rûxiyaye. -
Li Silopiyayê hêzên dewletê li malekê gule reşandin: Ji heman malbatê 3 kes birîndar bûn
Li Taxa Nûh a Silopiya, ji heman malbatê Yûsûf, Halît ûTaybet Înan bi gulebarana tîmên taybet ên Tirk bi giranî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku bi saetan li benda ambûlansê ne. -
Berxwedana li Kurdistanê li Ewropayê hat silavkirin
Di çalakiyan de berxwedana gelê Kurdistanê hat silavkirin. Hate diyarkirin ku wê çalakiyên xwerêveberiyê li Ewropa belav bibe. -
Qedexeya derketina kolanan ji PDK'ê
Ajokarên ku xwestin ji başûrê Kurdistanê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Cizîr û Sîlopiya xwestin bimeşin Deriyê Sînor ê Xabûrê rastî êrîşa asayîşa PDK'ê hatin. Asayîşa PDK'ê bi îşkenceyê ajokar binçav kir. -
Dewleta berxwedan neşikand, kalê 70 salî qetil kir
Li Cîzîrê hêzên dewleta Tirk nikarin berxwedanê bişkînin, kuştina sivîlan didomîne. -
Dirûşmeya “Qatil Erdogan, Durû YE” li cadeyên Stockholmê belav bû
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê ,Stockholmê dijîn êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin. -
Li Şirnexê gel qedexeya kolanan li kolanan protesto kir
Li 2 navçeyên Şirnexê qedexeya kolanan hatiye îlankirin. Gel, êrîşên li hember gel û qedexe bi çalakiya dengderxistinê ve protesto kir. -
Polîsên Tirk bi çekan êrîşî çalakiya protestoyê kir
Li Stenbolê polîsên Tirk bi guleyên rastî êrîş bi ser gelê ku qedexeya derketina kolanan protesto dikir. -
Li Beremen û Kasselê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li bajarên Beremen û Kassel ên Elmanyayê terora dewleta Tirk hatin protestokirin -
Bi hezaran kesî li Dusseldorfê xwerêveberiyên Kurdistanê silav kir
Bi hezaran kes li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi şîara, “Ji Faşîzmê Re Rê Tineye” meşiyan. -
Li Qoserê bi polîsên Tirk re pevçûn derket
Li navçeya Qoser a Mêrdînê piştî destwerdana polîsên Tirk a li ser meşa bi armanca protestokirina terora dewletê ya li ser Kurdistanê û şûn de li navçeyê pevçûn derket. -
Ji bo balkişandina ser qetlîaman li Freiburg xeleka mirovan
Li bajarê Freîbûrg Kurd û dostên wan ji bo balkişandina ser qetlîamên Rojava, Sûriye û Bakurê Kurdistanê xelaka mirovan çêkir. -
Gelê Nisêbînê li pişt barîkatan çalakî pêk anî
Li navçeya Nisêbînê gel li hember qedexe û êrîşên dewleta Tirk daketin kolanan û li pişt barîqatan çalakiyên dengderxistinê pêk anî. -
Li Cizîrê kesekî din jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê ku bi rêveberiya awarte ve êrîşên dewleta Tirk zêde bûn, cenazeya kesekî ku hat diyarkirin bi guleyan jiyana xwe ji dest daye, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. -
Destpêkê binçavkirin û paşê jî girtin
Îsmaîl Acay ê li Cîzîrê di encama gulebarana hêzên dewleta Tirk a li ser baxçeyê malê wî de birîndar bibû, li nexweşxaneyê hat girtin. -
PDK’ê nehişt birîndarên YPG’ê derbasî Başûr bikin
Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) nehişt 4 şervanên YPG’ê ên birîndar ji bo tedawiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. -
Nûçegîhana JINHA'yê Canozer hate girtin
Nûçegîhana JINHA'yê Bêrîtan Canozer a ku dema nûçe dişopand hatibû binçavkirin bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" hate girtin. -
‘Divê ciwanên Kurd sîstema dewleta mêtinger bêkêr bikin’
Koordînasyona Komalên Ciwan wiha got: “Divê ciwanên Kurd sîstema dewleta mêtinger li her derê bêkêr bikin, saziyên wê ji holê rakin, bêdem dibistanan boykot bikin, sazî û sîstema perwerdehiyê ya xwe ava bikin.” -
Hêzên dewleta Tirk li Sûrê 3 mal şewitandin
Li navçeya Sûrê êrîşên li dijî gel zêde bûne, 3 mal ji ber gulebarana hêzên dewleta Tirk şewitîn. Hate ragihandin ku Mizgefta Haci Hamît hedef hatiye girtin û bi bombeavêjan hatiye bomberdûmankirin.