Li Beremen û Kasselê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li bajarên Beremen û Kassel ên Elmanyayê terora dewleta Tirk hatin protestokirin
ANF
NAVENDA NÛÇEYA
şemî, 19 berfanbarê 2015, 20:29
Li bajarên Beremen û Kassel ên Elmanyayê terora dewleta Tirk hatin protestokirin
BREMEN
Li Bremenê bi armanca protestokirina polîtîkayên qetlaîmê û dagirkirina Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk, meş û mîtîng hatin lidarxistin. Piştî meşa ku ji Gotheplatz a Bremenê destpêkir li Hîlmanplatzê jî mîtîngek hat lidarxistin.
Li gel gelek Kurdistanî û dostên wan jî, nûnerên partiya siyasî ya çep a Alman, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ciwanan, gelek komên çep û saziyên mirovî beşdarî çalakiyê bûn.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat şermezarkirin, girseyê gelek poster û wêneyên Ocalan hilgritin û pankartên “ Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”, “ li Cizîr, Nisêbînê, Silopiya, Colemêrg û Sûrê qirkirin heye” û “ Dewleta AKP’ê dawî li terora xwe bîne” hilgirtin.
Girseya bi dirûşmên “ Dewleta Qatil Wê Hesab Bide” û “ PKK’e Gel E, Gel Li Vir E” qîr kir, belavok belav kir.
Li Hîlmanplatzê jî mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku AKP û dewleta Tirk naxwaza pirsgirêka Kurd çareser bibe.
KASSEL
Li Kassel a Elmanyayê terora dewletê hat protestokirin. Bi sedan Kurdistaniyan dest bi meşê kirin. Her wiha komên çep ên Elmaya jî piştgirî dan. Meşa ku ji pêşiya Postxaneya Navenda Kasselê destpê kir heta şaredariyê berdewam kir. Tevahî meşê de dirûşmên bi armanca protestokirina dewleta Tirk hatin gotin, belavok hatin belavkirin. Mîtînga ku bi rêzgirtinê destpê kir bi axaftinan ve bi dawî bû.