Koordînasyona Komalên Ciwan wiha got: “Divê ciwanên Kurd sîstema dewleta mêtinger li her derê bêkêr bikin, saziyên wê ji holê rakin, bêdem dibistanan boykot bikin, sazî û sîstema perwerdehiyê ya xwe ava bikin.”
Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku dewleta Tirk li hember gelê Kurd şerê herî berfireh ê dîroka xwe de daye destpêkirin, bi vê hewl dide hem Tevgera Azadiya Kurdistan hem jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bipelçiqîne û tasfiye bike.
Koordînasyonê destnîşan kir ku dewleta Tirk li hember berxwedana gelê û ciwanên Kurd matmayî mayiye, bêyî bizanibe çi dike diperpite, wiha berdewam kir: “Ji ber vê jî bi tevahî hêza xwe, teknîk û cebilxaneya xwe dixwaze encam bigire.
Artêşa xwe li nav bajaran xistiye nav tevgerê, li dijî ciwanan bi tan û topan, şerê xwe yê herî qirêj ê dîroka xwe dimeşîne. Çeteyên DAIŞ’ê jî ji Sûriyeyê tîne û li Kurdistanê dide şerkirin. Bila neyê jibîrkirin ku tevgera me ya azadiyê û şervanên Kurd li Kobanê û Rojava serî li DAIŞ’ê tewandine. Her wiha wê li Bakûrê Kurdistanê jî ji vî aqûbetî rizgar nebe û wê bi hezîmetê re rû bi rû were. Êdî mêtingeriya Tirk dema xwe ya li Kurdistanê tijî kiriye. Hewldanên zindîkirina vê yên dûbare hewldanên vitîvala ne. Gelê Kurd û ciwanên wê biryara azadbûyinê dane. Wê ti hêz nikaribe vê biryarbûnê bisekinîne û bibe asteng. Hewldanên astengkirinê wê dewleta Tirk zêdetir di nav çiravê de bide. Êrîş çawa dibin bila bibin, wê ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê me heta dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.
Serkeftin ya gelê me yê berxwedêr û ciwanan be. Ji dervey vê hemû gotin û tevger ji safsata zêdedeti tiştek din nine. Ev şer şere pîrozî û lanetê ye. Têkoşîna pîroz a gelê me û Ciwanên me yên li Amed, Cîzîr, Sîlopî û Nisêbînê li berxwe didi, wê leneta mêtîngeriyê bin bixin wê rê neyê dayîn ku carek din ev lenet li Kurdistanê bê jiyan kirin. Roj roja ku leneta mêtîngeriyê ji xaka Kurdistanê der bixînîn. Gotina mêtîngeriyê tenê ji pêkhatina xiyaliye û meşrûtiya xwe winda kiriye. Di kurdistanê de tenê hêza meşrû ciwanên berxwedêr yên Kurdistanê ne. Li ser vî bingehî her ciwanê Kurd li ku derê di be bila bibe divê bikeve nava tevgerê û berxwedanê. Her dever bibe Cîzîr, Sîlopî, Nisêbîn û Amed. Her herêmê vegerînin qelayên serhildan û berxwedanê, hemû saziyên mêtîngeriyê yên dewlet û AKP’ê ji axa pîroz ya Kurdistanê bên derxistin.”
Koordînasyona Komalen Ciwan diyar kir ku divê neyê jibîrkirin ev erkekî yê welatparêzîyê ye û wiha got: “Kurdistan ji alîyê mêtîngeran ve bi tankan û bombeyan tên hilweşandin û şewitandin. Yê ku hez ji welatê xwe dike divê li hember vê rabe berxwedanê. Ji derveyî berxwedanê ti şansê me yê din nemaye. Cerdevan û hemû qismên ku deng dane AKP’ê dest ji lihevkirina mêtîngeran berdin, divê cih li gel berxwedana gelê me ya meşrû bigirin û li hember van zaliman demildest helwesta xwe nîşan bidin. Ciwanên Kurdistanê li her deverê sîstema mêtingeriyê ya dewletê bê bandor bike, rêxistinê wan ji holê rake û dibistanan bêdem boykot bikin û saziyên xwe û sîstema perwerdehiya xwe ava bikin. Ciwan divê bêdem bikeve nava serhildan û berxwedanê. Ruhê Kobanê ji bo Amed, Nisêbîn û Cîzîrê jî bê zindîkirin û bikeve nava tevgerê. Heta serketinê berxwedan jî esas e. Mêtîngeriya Tirk wê winda bike; serketin di pêşengtiya ciwanan de wê bibe ya gelê me yê berxwedêr. Êdî dema axaftinê nemaye; em di xala ku çalakî serketinê bîne de ne. Ji bo vê bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku heta şoreşê kêliyekê jî ranewestin, bikevin nava berxwedanê û em bi ruhê herî pîroz yê şoreşgerî berxwedana ciwanan ya bi rûmet silav dikin.”