Pêşmerge: Hebûna gerîla hêzê dide me
Gerîla û pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê di heman eniyê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin gotin, "Azadiya Kurdan bi hêza hevpar a parastinê dibe."
Gerîla û pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê di heman eniyê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin gotin, "Azadiya Kurdan bi hêza hevpar a parastinê dibe."
Gerîla û pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê di heman eniyê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin gotin, "Azadiya Kurdan bi hêza hevpar a parastinê dibe."
Pêşmergeyan dan xuyakirin ku ew kêfxweş in ji ber ku bi gerîla re di heman çeperê de cih digirin û destnîşan kirin, ku hebûna gerîla ya li vê herêmê, di şerê li dijî DAIŞ'ê de hêzê dide wan. Gerîlayan jî gotin, "Çi dibe bila bibe, dema êrîşek li hemberî gelê Kurd hat kirin, em amade ne li wê derê dest bi parastinê bikin."
'FERMANDARIYA HEVPAR ŞERT E'
Ji fermandarên pêşmergeyan Lokman Çavşîn da xuyakirin ku bi gerîlayan re şerê li heman eniyê gelekî watedar û hêja ye û got, "Hatina gerîla, di şerê li dijî DAIŞ'ê de hêzeke mezin da me. Lê belê êdî pêwîstî bi tiştekî nû heye. Girîng e hêzên Kurd di fermandariyeke hevpar de bibin yek Ev yek, di têkoşîna li hemberî hemû dijminan de, ji bo me tiştekî gelekî pêwîst e."
Pêşmergeyan dan zanîn ku ji ber ew tevî gerîla şer dikin kêfxweş in û bang li hêzên siyasî kirin, ku ji bo yekîtiya neteweyî bixebitin.
'SERDEMEKE NÛ DESTPÊ KIRIYE'
Gerîlayan dan zanîn ku ew ê bajarên Başûrê Kurdistanê tevî pêşmergeyan li dijî DAIŞ'ê biparêzin û gotin, "Em hêza parastina Kurdistanê ne. Li ku derê êrîşek bê kirin û pêwîstiya gelê me bi parastinê hebe, em amade ne li wir têbikoşin."
Ji fermandarên gerîla Selîm Zîlan diyar kir ku piştî gerîla derbasî nava qadên hundirîn ên Başûrê Kurdistanê bûn, serdemeke nû destpê kiriye û got, "Gerîla, dehan sal in li nava xaka Başûrê Kurdistanê ne. Lê belê bi êrîşên DAIŞ'ê re serdemeke nû destpê kiriye. Hemû hêzên Kurd cara yekê li heman çeperê, li dijî dijminê hevpar bûn yek. Hatina me ya vê derê hem ji bo pêşmerge hem jî ji bo gel bû çavkaniyeke mezin a moral û hêzê. Divê gelê me zanibe, ku li ku derê pêwîstî pê hebe, gerîla bêyî astengiyan nas bike wê li wê derê gel biparêze."