Li Şirnexê gel qedexeya kolanan li kolanan protesto kir
Li 2 navçeyên Şirnexê qedexeya kolanan hatiye îlankirin. Gel, êrîşên li hember gel û qedexe bi çalakiya dengderxistinê ve protesto kir.

Gelê Şirnexê, li taxan bi meş û çalakiyên dengderxistinê êrîş û qedexeyên li bajarên Kurdistanê protesto kir.
Girseya ku li nava taxan de meş li dar xist, bi tepsiyan û beroşan çalakiya dengderxistinê pêk tîne, ciwanan jî agir pêxistin, rêyên qelebalix li çûyin û hatinê girtin. Piştre jî girseya mezin li Qada Omer Kabak hatin cem hev, ber bi Cadeya Cûmhûriyetê ve ketin meşê. Girse heta Qada Cûmhûriyetê sirûda “Çerxa Şoreşê” qîr kir. Kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyan xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr anîn.