Cenazeyê endamê erka xweparastinê Hisên hat veşartin

Cenazeyê endamê erka xweparastinê Xalid Hisên li Goristana Şehîd Xebat bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê endamê erka xweparastinê Xalid Hisên li Goristana Şehîd Xebat bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Bi sedan welatiyên welatiyên bajarê Dêrik û Girkê Legê û şervanên erka xweparasinê cenazeyê şervanê erka xweparastinê Xalid Hisên ku di 16’ê Kanûna 2015’an de li Çiyayê Kezwanan jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Xebat a li bajarê Dêrikê oxir kirin.

Bi armanca oxirkirinê, girseya gel li pêşiya nexweşxaneya bajarê Dêrikê kom bû. Girseyê cenazeyê têkoşer Xalit Hisên ji nexweşxaneyê wergirtin û bi karwanekî ji wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ket ser rê.

Dema ku girseya gel gihîşt goristinê, şervanên erka xweparastinê cenazeyê têkoşer Xalit hildan ser milan û birin qada Goristanê. Merasîma oxirkirinê bi merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên erka xweparastinê ve destpê kir.

Piştre Cîgirê Serokê Desteya Parastinê Ebdilehid Gewriyê axivî û diyar kirin ku bi saya keda têkoşeran Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye ava kirin.

Di merasîmê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim jî axivî û distnîşan kir ku pêwîste dijminên glê kurd bizanin kurdî kî ne û got ew ji mafên xwe venagerin. Mislim da zanîn ku têkoşer gav bi gav wan ber bi azadiyê ve dibine.

Piştre wesîqeya têkoşer Xalit Hisên hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Bavê têkoşer Hisên Xalit Hûsam Xalit jî soza şopandina rêya têkoşeran û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dubare kir.

Cenazeyê têkoşer Hisên bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi têkoşeran re li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.