Berxwedana li Kurdistanê li Ewropayê hat silavkirin

Di çalakiyan de berxwedana gelê Kurdistanê hat silavkirin. Hate diyarkirin ku wê çalakiyên xwerêveberiyê li Ewropa belav bibe.

Di çalakiyan de berxwedana gelê Kurdistanê hat silavkirin. Hate diyarkirin ku wê çalakiyên xwerêveberiyê li Ewropa belav bibe.

HANNOVER

Terora AKP’ê li bajarê Hannover ê Elmanya hat protestokirin. Kurdistaniyên bi banga NAV-DEM’ê hatin cem hev, meş li dar xistin, piştî meşê jî li Qada Steintor mîtîng pêk anîn.
Di mîtîngê de Berdevka Meclîsa Jinan a Ronahî Devrîm Alp, piştgiriya dewletên Ewropa ya ji dewleta Tirk re rexne kir.
Diyar kir ku wê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî de çalakî bi awayên cuda bidomin.

HAMBURG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanya jî bi meşeke ji aliyê ABDEM’ê hat organîzekirin ve berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin.
Meşê li pêşiya Stasyona Navendî destpê kir li ber Konsolosxaneya Tirk a Hambûrgê bi dawî bû.
Di meşê de têkîldarî berxwedana li bajarên Kurdan û terora dewletê daxuyanî û agahî hatin dayîn.

DEN HAAG
 Terora dewleta Tirk li bajarê Deng Haagê yê Hollanda bi çalakiyek rûniştinê ve hat protestokirin.
Çalakiya bi organîzeya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Den Haag û TJK-E Hollanda pêk hat, saet 14.00’an li pêşiya şaredariya Den Haagê destpê kir. 
Endama TJK-E Dîren Pîr destnîşan kir ku tenê vebijêrkek a Kurdan heye, ew jî berxwedan e. Pîr wiha got: “Kesên ku berxwedana Bakur di dilê xwe de, di mejiyê xwe de hîs dikin divê li her derê bi her şêwazî çalakiya li dar bixin.”
Nûnerê HTIP Murat Ozbey jî got, şoreşger li şûna nîqaşa berpirsê bûyeran bikin, pêwîst e li cem gelê Kurd cihê xwe bigirin.
Di çalakiyê ku 2 saetan dom kir de belavok hatin belavkirin. Çalakî wê li hefteyê tevahî bên belavkirin. 21’ê Kanûnê li dêrekê ya li Beûrspleîn a Amsterdamê greva birçîbûnê ya 5 rojan wê bê lidarxistin. Çalakî wê piştî meşa ku 26’ê Kanûnê saet 14.00’an li Mûseûmpleînê destpêkê, bi mîtîngekê ve bê bidawîkirin.

MÎLANO

Kurdistaniyên li bajarê Mîlano yê Îtalya hatin cem hev, li Raî TV qetlîamên dewleta Tirk protesto kirin.
Nêzî 50 Kurdistaniyên çûn avahiya televîzyonê bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn, bal kişandin ser zilma dewletê ya li ser Kurdistanê. Rayedarên Raî TV, piştî diyar kirin ku wê di weşanên xwe de balê bikşînin ser, Kurdistanî ji avahiyê veqetiyan.

ÎNNSBRUCK

Li bajarê Înnsbrûck ê Avûsturya gelek Kurdistanî jiyan dikin, sînevizyoneke ku berxwedana Kurdistanê cih digirt hat pêşkêşkirin.
Aktivîteya ku ji aliyê Komîteya Jinan a Amara ya Tîrol hat organîzekirin gelek kes beşdar bûn.
Di sînevziyona li Almanya de terora dewletê ya li ser Kurdistanê û berxwedana gel hatin vegotin. Piştî pêşendana sînevziyonê têkildarî heman mijarê belavok hatin belavkirin.

LÎNZ

Li bajarê Lînz ê Avûstûryayê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Gel kes li Lînz Bahnhofunda hatin cem hev, xwerêveberiya li Kurdistanê û berxwedana xweparastinê silav kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “ Qatil Erdogan” qîr kirin, belavokên bi Elmanî yên ku terora dewleta Tirk a li hember Kurdistanê tîne ziman hatin belavkirin.

HELSÎNKÎ

Yek ji cihên ku çalakiya protesto lê pêk hat jî payetxta Helsînkî ya Fîlandiyaye. Jinên Kurdistanî yên li bajar jiyan dikin, xwerêveberî silav kirin, li navenda Helsînkiyê li stasyona metroyê çalakî lidarxistin.
Di çalakiyê de jinan pankart û wêneyên ku berxwedana Kurdistanê dide nîşandan hilgirtin. Hat ragihandin ku wê hefteya pêşiya me jî çalakiyên li Helsînkiyê bidomin.

ANVERS

Mitînga ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurd li bajarê Anvers ê Belçîka hat organîzekirin gelek kes beşdar bûn. 
Mîtîng li qada Elîzabeth bi rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştî wê Serokê Meclisa Gel Tamer Delîl axavî, bal kişand êrîşên li ser gelê Kurd. Di axaftinê de berxwedana gel silav kir.

Kurdistaniyên ku beşdarî mîtîngê bûn, hêrsa xwe bi pankart û dirûşman anîn ziman.