Li Silopiyayê hêzên dewletê li malekê gule reşandin: Ji heman malbatê 3 kes birîndar bûn

Li Taxa Nûh a Silopiya, ji heman malbatê Yûsûf, Halît ûTaybet Înan bi gulebarana tîmên taybet ên Tirk bi giranî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku bi saetan li benda ambûlansê ne.

Li Taxa Nûh a Silopiya, ji heman malbatê Yûsûf, Halît ûTaybet Înan bi gulebarana tîmên taybet ên Tirk bi giranî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku bi saetan li benda ambûlansê ne.

Her wiha polîsan bi bombeyên bombeavêjê ve êrîşî ser maleke ku 20 kes tê de dijîn kir. Di nav van 20 kesana de zarok jî hene.

Ji ber bombe neteqiya bi şansê kes birîndar nebû. Hate ragihandin ku ji ber li Taxa Barbarosê bombeya bombeavêjê li malekê ketiye welatiyê bi navê Mahmût Erdogan (50) ji lingê xwe birîndar bûye.