Qedexeya derketina kolanan ji PDK'ê

Ajokarên ku xwestin ji başûrê Kurdistanê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Cizîr û Sîlopiya xwestin bimeşin Deriyê Sînor ê Xabûrê rastî êrîşa asayîşa PDK'ê hatin. Asayîşa PDK'ê bi îşkenceyê ajokar binçav kir.

Ajokarên ji Sîlopî û Cizîrê yên ku xwestin li Zaxoyê êrîşa li dijî gelê Kurdistanê şermezar bikin ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bimeşin. Ajokarên TIR’an dema ku nêzîkî Deriyê Sînor ê îbrahîm Xelîl bûn, ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin astengkirin. Asayîşa PDK'ê destûr neda ajokaran ku derbas bibin, berê çekan dan ajokaran û bi copan ve derb kirin. 2 ajokar bi îşkenceyê hate binçavkirin.

Piştî ku ajokar hatin astengkirin, vegeriyan parka TIR’an a ku lê wesayîtên xwe disekinînin.