Dewleta berxwedan neşikand, kalê 70 salî qetil kir

Li Cîzîrê hêzên dewleta Tirk nikarin berxwedanê bişkînin, kuştina sivîlan didomîne.

Li Cîzîrê hêzên dewleta Tirk nikarin berxwedanê bişkînin, kuştina sivîlan didomîne.

Selahattîn Bozkûrt ê 70 salî di saetên danê şevê derket pêşiya mala xwe, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin. 

Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz wiha got: “ Sîstema zordar, beriya niha Salahattîn Bozkûrt ê 70 salî qetil kir. Hê jî cenazeyê Bozkûrt ji pêşiya malê nehatiye rakirin.”

Şerê li Cîzîrê hê jî didome. Li hember hewldanên ketina taxan a artêşa Tirk jî berxewedana ciwanan li hemû taxan belav bû.