Hêzên dewleta Tirk li Sûrê 3 mal şewitandin

Li navçeya Sûrê êrîşên li dijî gel zêde bûne, 3 mal ji ber gulebarana hêzên dewleta Tirk şewitîn. Hate ragihandin ku Mizgefta Haci Hamît hedef hatiye girtin û bi bombeavêjan hatiye bomberdûmankirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşên hêzên dewleta Tirk zêdetir bûne. Li dijî êrîşan berxwedana gel jî xurtir dibe. Serê sibehê li 3 malên ku hate gulebarankirin şewat derket. Der barê encama gulebaranê ya mirovî de agahî nehatin wergirtin. 

Li navçeyê li hemberî êrîşan jî berxwedan her diçe xurtir dibe. Serê sibehê ji ber gulebarana hêzên dewletê li 3 malan şewat derket, agahî nehatin wergirtin ku bê li malan kes hebûn an na. 

Hêzên dewletê di êrîşan de warên dîrokî jî hedef digirin. Hate diyarkirin ku bi bombeavêjan mizgefta Haci Hamît jî hatiye hedefgirtin. 

Li aliyê din ligel êrîşên 18 roj in berdewam dike av, ceryan û xwarin tuneye jî welatî berxwedan xwe didomînin. Ji ber êrîşan li navçeyê welatî birîndaran nikarin rakin nexweşxaneyan, hate hinbûn ku rewşa welatiyekî bi xeter e.