Bi hezaran kesî li Dusseldorfê xwerêveberiyên Kurdistanê silav kir
Bi hezaran kes li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi şîara, “Ji Faşîzmê Re Rê Tineye” meşiyan.
Bi hezaran kes li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi şîara, “Ji Faşîzmê Re Rê Tineye” meşiyan.
Bi hezaran kes li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi şîara, “Ji Faşîzmê Re Rê Tineye” meşiyan. Li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Sûr, Cizîr, Silopiya, Dêrik, Farqîn, Gever û Şirnexê, berxwedana gelê Kurdistanê û xwerêveberî hatin silavkirin.
Girseya li pêşiya HBF a Dusseldorfê kom bû, bi dirûşmeyên , “Terorîst Tirkiye”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” ve meşiyan. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha alên PKK,YPG-YPJ, TJK-E, MLKP’ê rakirin.
Di mîtîngê de Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, li ser navê Partiya Çep a Elman Ozlem Alev Demîr û nûnerê ABDEM’ê axivîn.
Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç berxwedana gel û xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kir. Koç destnîşan kir ku berxwedana gel wê teqez bi ser bikev.
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku li Kurdistanê dewleta Tirk li ser gelê Kurd bi şerekî topyekun ve îmhayê ferz dike, bang li gelê Kurdistan û dostên wan ên li Ewropa kir ku li hember vê wehşetê xwedî helwest bin û piştevaniyê mezin bikin.
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan wehşeta dewleta ya li ser Kurdistanê şermezar kir. Got AKP’ê li hember gelê Kurd şerekî qirêj xistiye meriyetê. Bi bîr xist ku navê vî şerî jî ‘şerê paqijkirinê’ danîne. Atalan herî dawî wiha got: “Ti alternatîfên din ji me re nahêlin. An em ê tine bibin, an jî em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
Meş di Cadeya Konrad Adenuaer de bi dirûşmên, “Em Ê Bi Berxwedanê Ve Bi Ser Bi Kevin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” dewam kir. Girse ji nû ve hat pêşiya HBF’ê, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ve çalakiya xwe bi dawî kir.