Mele Abdulbarî Tîryakî ku ji bo beşdarî 2. Şûra Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk bibe ji Amed a bi salan lê meletî û miftîtî kiriye hat Stenbolê, anî ziman ku dorpêçiya dewlet li Kurdistanê dike, ji serdemên rewşa awate yên salên 1990'î gelekî dijwartir. Tîryakî destnîşan kir ku îro li herêmê zilmeke kêm caran hatiye dîtin, tê kirin. Tîryakî rewşa dawî ya li Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand û da zanîn, ku hikûmet mîna bi ser welatekî dijmin de diçe êrîşî navçeyên Kurdistanê dike.
ZILMA DEMDIRÊJ
Tîryakî ku di salên 1980 û 1990'î de hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin diyar kir, ku wan demeke gelekî dirêj ji destê zaliman kişandiye. Mele Tîryakî da zanîn ku sedema vê zilma li wan hatiye kirin jî rewşa wan a bêrêxistinî û ji hev belavbûyî bû û got, "Di demên bihurî de, ji ber cihêkariya bi navê 'Ev Xiristiyan e, ev Êzidî ye, ev Suryanî ye, ev Ermenî ye, ev Elewî ye' dihat kirin, li herêmê li dijî zaliman yekîtî nehat afirandin." Mele Tîryakî da xuyakirin ku di salên dawî de ev têgihiştin hatiye şikandin, têkiliya di navbera gelan de xurt bûye, lewma dewleta dagirker ji vê rewşê aciz bûye. Tîryakî diyar kir ku ji bo şikandina vê yekîtiyê, sîstemê di destpêkê rêxistinên cuda yên mîna Huda-Parê xist dewrê, piştre jî di roja îro de bi awayekî topyekûn dest bi êrîşê kir.
'ÇARESERÎ NÎNE, NEÇARESERÎ YE'
Mele Tîryakî pêvajoya çareseriyê weke 'pêvajoya neçareseriyê' pênase kir û ragihand, ku dewletê ev pêvajo ne ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo mijûlkirin û şikandina hêza tevgera Kurd bi kar aniye. Tîryakî got, "Dema pêvajoya çareseriyê tê gotin, muzakereyên zelal ên di navbera du aliyên li hemberî hev şer dikin, dikeve bîra mirovan. Lê belê ev pêvajo bi vî rengî nebû. Bi awayekî veşartî hat meşandin. Ev yek, xapandinek bû. Hat fêmkirin ku pêvajoya ne ji bo çareseriyê, ji bo neçareseriyê, bi armanca beralîkirina hêz û yekîtiya navbera Kurdistaniyan hat meşandin. Aliyekî girîng ê aştiyê Birêz Ocalan ji xwe niha di nava tecrîdê de ye; kengî sîstem dixwaze wê çaxê dikare dengê xwe bigihîne gel an jî rêxistina xwe, dema naxwaze dengê wî bi temamî dibirin. Di vê rewşê de kî qala kîjan çareseriyê dike?"
'AKP DI CÎHANA ÎSLAMÊ DE BÛQELEMÛN E'
Mele Tîryakî ku oldarekî salên 1980, 90'î dîtiye, li Amedê hatiye binçavkirin û hatiye sirgûnkirin, anî ziman ku zîhniyeta dewletê ya li hemberî Kurdan nehatiye guhertin, bêhtir dijwar bûye û destnîşan kir ku wan di salên 1990'î de jî qedexeyên derketinên derve nedîtine, zalimtiya niha tê kirin di herikîna dîrokê de jî zêde nehatiye dîtin. Tîryakî nerazîbûna xwe bi gotina "Ji Xwedayê mezin dixwazim ku hemû mezlûm ji dojehê rizgar bibin û fîrewn tar û mar bibin" anî ziman. Tîryakî da zanîn, ku hikûmeta AKP'ê ya ku nîşan dide wê desthilatdariya xwe li ser nirxên Misilmantiyê ava kiriye, di cîhana Îslamê de mîna buqelemûn tevdigere û bibîr xist ku AKP a duh li Davosê ji dewleta Îsraîlê re got 'one minute' îro bi heman Îsraîl a zilmê li gelê Fîlîstînê dike re peyman mor kiriye. Tîryakî da xuyakirin ku karê AKP li Kurdistanê dike bi ti awayî li Misilmantiyê nayê û got, "Pêxemberê me Hz. Mûhammed, dema Misilmantiyê vedibêje, wiha dibêje: 'Misilman ew kes e ku Misilmanên din hem ji bawermendiya wî, hem jî ji destê wî piştrast e'. Dema mirov li Rojhilata Navîn a alema Îslamê lê dijîn dinêrin, mirov dibînin ku Misilmanek ji Misilmanekî din, ji dest, ziman û nefsa Misilmanekî din ne bawer û ne piştrast e."
'AKP WÊ WELÊT PARÇE BIKE'
Tîryakî destnîşan kir ku AKP a gelê Kurd û tevgera Kurd bi cihêkariyê sûcdar dike, ew bi xwe cihêkarê herî mezin e û diyar kir ku hikûmet mîna bi ser welatekî dijmin de diçe êrîşî navçeyên Kurdistanê dike. Tîryakî got, "Bi vê yekê re wê hikûmet welêt parçe bike" û banga agirbesta dualî ya mîna salên 1990'î û 2000'î careke din bi rêya ANF'ê dubare kir. Tîryakî xwest, "qedexeyên derketina derve" ku li Kurdistanê li dû hev tên îlankirin û dorpêçiya ji aliyê dewletê ve hatiye kirin bên rakirin û çek ji aliyê her du aliyan ve bên bêdengkirin.