KURDISTAN
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
"Entegrasyona demokratîk ji bo Êzîdiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk koordîne bike."
Hemû Nûçe
-
-
-
Hêzên rejîmê Şêx Meqsûd bomberdûman kir
Balafirên şer ên rejîmê Taxa Şêx Meqsûd bomberdûman kirin. Hate ragihandin ku di encama bomberdûmanê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, 9 kes jî birîndar bûne.
-
-
-
-
-
Li Montpellîer ji bo Mereş û Roboskiyê bîranîn
Ji bo bîranîna qurbaniyên qetlîamên Mereş û Roboskî li Montpellîer merasîm hatin lidarxistin. Di merasîmê peyama, 'tevî qetlîaman jî Kurdan dest ji têkoşîna xwe bernedane' hate dayin.
-
-
-
Maşîna rizgarkirina tankê şandin Sûrê
Li Sûrê qedexeya derketina derve di roja 20. de ye. Artêşa Tirk ku bi hezaran leşker û polîsan nikare bikeve nava taxan, herî dawî ji bo rakirina tank an jî maşînên xwe yên zirxî yên derb xwarine, maşîna rizgarkirina tankan şand navçeyê.
-
-
Polîsan li Wanê careke din êrîş kirin
Li Wanê, polîsan careke din êrîşî meşa ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kirin. Tevî Hevseroka Kurdî-Der'ê Fîlîs Arslan û Endama Meclîsa Şaredariya Îpekyolû Şevîn Guler bi dehan kes hatin binçavkirin.
-
-
FEDA: Em bibin dengê berxwedanê
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropa (FEDA), li ser terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê dimeşîne û berxwedana gel a li dijî van êrîşan, daxuyaniyek da.
-
Berxwedana li Nisêbînê mezintir dibe
Piştî ku li hemû taxên navçeya Nisêbînê derketina derve hat qedexekirin, êrîş zêde bûn. Tevî 4 taxên berxwedanê, li taxên Kişla û Zeynelabîdîn bend hatin danîn. Hêzên çekdar ên Tirk guleyan li hemû taxan direşînin.
-
-
-
-
-
-
HPG'ê gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
HPG'ê 5 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê vê meşa bi heybet a wan radestî me kirine bi ser bixînin û hevrêyên xwe yên şehîd, bi rêzdarî bibîr tînin."
-
-
Kurdistanî bi biryar in ku dorpêçiyê bişikînin
Girseya gel a ji navenda Şirnexê ber bi Cizîr û Silopiyayê ve dest bi meşê kir, rastî êrîşê hat û berxwedana xwe li nava erdan dewam kir. Komek ku ji benda hêzên dewletê derbas bû, meşa xwe didomîne.
-
Gelê li Şirnexê dimeşe rastî êrîşê hat
Gelê Şirnexê yê ji bo şikandina dorpêçî û êrîşên li hemberî Cizîr û Silopiyayê dest bi meşê kir, rastî êrîşa hêzên dewletê hat. Ji ber êrîşê şer û pevçûn derket.