Li Montpellîer ji bo Mereş û Roboskiyê bîranîn
Ji bo bîranîna qurbaniyên qetlîamên Mereş û Roboskî li Montpellîer merasîm hatin lidarxistin. Di merasîmê peyama, 'tevî qetlîaman jî Kurdan dest ji têkoşîna xwe bernedane' hate dayin.
Ji bo bîranîna qurbaniyên qetlîamên Mereş û Roboskî li Montpellîer merasîm hatin lidarxistin. Di merasîmê peyama, 'tevî qetlîaman jî Kurdan dest ji têkoşîna xwe bernedane' hate dayin.
Li Bajarê Montpellîer ê Fransayê bi boneya qetlîamên Mereş û Roboskî merasîma bîranînê hate lidarxistin. Kurdistaniyên duh li Navenda Civaka Demokratîk a Montpellîer hatin cem hev, ji bo yên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.
‘KURD DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN’
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku zîhniyeteên wek Mereş û Roboskiyê hê jî hebûna xwe diparêzin. Hate diyarkirin ku tevî qetlîaman jî Kurdan dest ji têkoşîna xwe bernedane. Piştî axaftinan pêşendana sînevîzyonê hate kirin.