FEDA: Em bibin dengê berxwedanê
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropa (FEDA), li ser terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê dimeşîne û berxwedana gel a li dijî van êrîşan, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî ya FEDA de hat gotin, "Em, berxwedana qedîm a xweseriya demokratîk a gelê Kurd, ku serî li ber zilm û faşîma AKP'ê natewîne, silav dikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê piştgirî ji gelê berxwedêr re bê dayîn û hat gotin, "Mîna li Dêrsim, Zîlan, Koçgirî, Mereş, Sêwas, Çorûm, Gazî, li Kobanê, Şengal, Roboskî, Pirsûs, Enqere û niha jî li Sûr, Cizîr, Farqîn, Kerboran û Botanê êşên me hevpar in. Di heman demê de dijminê me jî yek e. Li dijî zîhniyeta qetlîamker û dagikeriya vî zîhniyetê, cihgirtina li nava berxwedanê mafekî rewa ye."
Di daxuyaniya FEDA de hat gotin, "Dema ew de me ku em bibin dengê berxwedanê."