Berxwedana Kerboranê di roja 11. didome
Li Kerborana ku 11 rojin rewşa awarte û teroa dewleta Tirk lê heye, gel ber bi taxa Safa ve meşiya.
Li Kerborana ku 11 rojin rewşa awarte û teroa dewleta Tirk lê heye, gel ber bi taxa Safa ve meşiya.
Li navçeya Mêrdîn kerboranê, êrîşên dewleta Tirk di roja 11. de didomin. Berxwedana gel a di pişt bendan de jî dewam dike.. Tevî qedexeya derketina derve jî bi sedan kes ber bi taxa Safayê ve meşiyan.
Hêzên dewleta Tirk li cihek nêzî taxê pêşî li gel girt û destûr neda ku bimeşe.
Li pişt bendan gelê Kerboranê dirûşimeyan diqîre û agir dadaye. Her wiha bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kerboranê” dengê çekan bê bandor dikin.
Li hember êrîşên taxa Safa berxwedan gel berdewam dike.