Li Wanê, îro jî bi pêşengiya DBP, HDP û TUYAD-DER'ê, bi hezaran kes li parka Feqiyê Teyran civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan", "Bê Serok jiyan nabe", ber bi xaçerêya Soydan ve meşiyan.
Hevserokên HDP'ê yên Wanê Derya Hayva, Veysî Dîlekçî, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Caziye Dûman, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Hevşaredarên DBP'yî û rêxistinên DBP-HDP ên bajar û navçeyan beşdarî meşê bûn.
Polîsan dest li girseya gel werdan û tevî Hevseroka Kurdî-Der'ê Fîlîs Arslan û Endama Meclîsa Şaredariya Îpekyolû Şevîn Guler bi dehan kes girtin binçavan.
Dema polîsan xwestin Hevserokên HDP û DBP'ê bigirin binê çavan, gelê li derdorê nerazîbûn nîşan da û nehişt.
Aloziya li bajêr dewam dike.