Leşkerên nikarin berxwedana li Cizîrê bişikînin hewl didin bi tankan bi pêş de biçin

Hêzên dewleta Tirk ên li Cizîrê nikarin berxwedana gel bişikînin, hewl didin bi tankan bikevin nava taxan. Tevî êrîşa bi tankan jî gel li ber xwe dide.

Li Cizîra Botan ku rewşa awarte û êrîşên dewletê di roja 8. de dewam dikin, leşker û polîsên Tirk ên ji wan nayê bikevin nava taxan, vê carê hewl didin bi bomberdûman ji tankan hewl didin bi pêş de biçin. Tankên li ser Girê Caferî Sadik ê li taxa Cûdî hatine bicihkirin, topan li taxê dibarînin.

Ji ber topbaranê gelek xaniyên li taxê hilweşiyan. Her wiha trafoyê elektrîkê dide Lîseya Ozel Reşha Anadolû û taxê, zerar dît. Tevî êrîşa bi tankan jî gel bi qîrîna dirûşme û tilîliyan li ber xwe dide.

Şêniyên taxê destnîşan kirin ku ew ê cih û warên xwe neterikînin û li ber xwe bidin.

Di vê navberê de li taxa Yafesê, ji ber topbaranê Kahraman Caba (38) birîndar bû.