Berdêla xwe çi dibe bila bibe Kurdistanî bi biryar in bimeşin
Li Şirnexê, bi hezaran kes ji danê sibehê ve ji sê baskan ve ber bi Cizîra hatiye dorpêçkirin ve meşiyan. Tevî hemû astengî û êrîşên polîs-leşkeran jî gel bi biryar e bimeşe.
Li Şirnexê, bi hezaran kes ji danê sibehê ve ji sê baskan ve ber bi Cizîra hatiye dorpêçkirin ve meşiyan. Tevî hemû astengî û êrîşên polîs-leşkeran jî gel bi biryar e bimeşe.
Li Şirnexê, bi hezaran kes ji danê sibehê ve ji sê baskan ve ber bi Cizîra hatiye dorpêçkirin ve meşiyan. Tevî hemû astengî û êrîşên polîs-leşkeran jî gel bi biryar e bimeşe. Meşvanên ku di nav de Parlamenterên HDP'ê û Hevşaredarên DBP'yî jî hene, tevî êrîş û astengiyên hêzên çekdar ên dewleta Tirk jî, meşa xwe didomînin. Li navenda bajarê Şirneexê jî polîs bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîşî gel dikin. Gelê ji gundên Qilaban, Elkê, Roboskî, Dergulê, Hezex û ji navenda Şirnexê ber bi Silopiya û Cizîrê ve dimeşe, rastî êrîşa polîsan hat. Meşa ku gel ji şeş baskan ve da destpêkirin, tevî êrîşan jî dewam dike. Li taxa Gundogdûyê polîsên Tirk guleyên rastî ber didin gel. Girseya gel a dixwaze bimeşe Meydan Cûhûriyetê, rastî êrîşa bi bombeya gazê hat. Gel bi xweparastinê bersiv da êrîşan û şerê li vê derê derket, li tevahiya bajêr belav bû.