Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku rewşa awarte û terora dewleta Tirk di roja 8. de dewam dike, vê sibehê li hemû taxên navçeyê derketina derve hat qedexekirin. Ji roja ewil heta niha li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîr Paşayê berxwedana gel dewam dike. Niha jî berxewdana gel li taxên Kişla û Zeynelabîdînê jî geştin dibe. Gel li herdu taxan bend danî û nehişt hêzên dewletê bikevin nava kolanan.
BERXWEDAN MEZINTIR DIBE
Piştî ku li navçeyê qedexe hate îlankirin wesayîtên zirxî li ber kolan û cadeyan hatin bicihkirin û êrîşî gel kirin. Gel li dijî êrîşan dirûşmên "Bijî berxwedana Nisêbînê" "Bijî Serok Apo" berz dike û çalakiya dengderxistinê pêk tîne.
Piştî ku berxwedan li taxên Kişla û Zeynelabîdîne belav bûn li gelemperiya taxên navçeyê wesayîtên zirxî hatin bicihkirin.