Welatiyên di teqîna li Hezexê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
Cenazeyên welatiyên li Hezexê duh ji ber teqîna tupekî pîknîkê jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiya li Mêrdînê, li Hezexê hatin veşartin.
Cenazeyên welatiyên li Hezexê duh ji ber teqîna tupekî pîknîkê jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiya li Mêrdînê, li Hezexê hatin veşartin.
Cenazeyên Mehmet Latîf Olgar, Muhyettîn Olgar û Omer Geçgel ên duh li taxa Yenî ya Hezexê ji ber teqîna tupekî pîknîkê yê li malekê de jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, ji bo werin veşartin danê sibehê anîn Hezexê.
Her sê cenaze li pêşiya Hezexê, tevî Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredarên Hezexê û Hevberdevkên Meclîsa Bajêr a Hezexê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.
Girseya gel her sê darbest hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bir Goristana Şêx Hesen.
Li pêşiya goristanê, piştî bicihanîna wecîbeyên olî, merasîm hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda neteweyî ya Kurd Ey Reqîp, Hevberdevkê Meclîsa Gel a Bajarê Hezexê Husnu Babat axivî û got, "Li her dera Kurdistanê her roj şer heye. Ji 7 heta 70 salî em mirovên xwe dispêrin axê. heta dilopa dawî ya em ê li ber xwe bidin û nehêlin ku taşeronên Rojhilata Navîn bajarên me talan bikin û zarokên me qetil bikin."
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku êrîşeke topyekûn li hemberî gelê Kurd tê kirin û destnîşan kir ku xweparastin parastina mirovahiyê ye. Başaran bibîr xist ku bi pêşengiya gelê Botanê li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê berxwedana xwerêveberiyê didome û berxwedan silav kir.
Xizmê Geçgel Huseyîn Hezer li merasîmê axivî û got, "Me Omer weke Bêkes bi nav dikir, lê belê bi xwedîderketina îro li vê derê me dît ku bi hezaran hevrêyên Bêkes hene."
Piştî axaftinan cenaze li ber duayan û qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" hatin veşartin.