Fermandarê YBŞ'ê Şengal got, "Ji ber pêwîstiya gelan a bi parastinê em derketin holê" û diya rkir ku anî ziman ku weke hêza parastina gelan, di nava hêzen li Iraqê de ew weke hêzeke sêyemîn afirîne. Mazlûm Şengal destnîşan kir ku rola YBŞ'ê ya di operasyona Şengalê de diyarker e.
Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mazlûm Şengal ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser rol û armana YBŞ'ê.
Şengal da xuyakirin ku YBŞ hêza xweparastina gel e, xwe dispêre gel û got, "Sîstema xwe ya navxweyî da rûniştandin, perwerdeya xwe pêk anî û roj bi roj hêza xwe mezin kir. Eger operasyona azadkirina Şengalê bi ser ket, di vir de rola YBŞ'ê diyarker e."
Fermandar Şengal diyar kir ku girîng e YBŞ rast bê naskirin û ev xal destnîşan kir: "YBŞ, hêzeke ji cemaet an jî malbatan pêk tê nîne. YBŞ hêza parastina civaka Êzidî ye. Lewma heta dawiyê Şengal parast. YBŞ hêzeke welê ye ku li ser bingeha pêwîstiya civaka Êzidî ji parastinê û li ser daxwaza gel derket holê. Niha jî hêzeke xwedî sîstem e ku perwerdeya xwe dike. Xwe gihand rewşa hêzeke leşkerî û îdeolojîk ku dizane çi dike û dixwaze çi bike. Bi vî rengî weke hêza esasî ya parastina civaka Êzidî, di operasyona azadiya Şengalê de roleke aktîf û diyarker lîst. YBŞ di rewşeke welê de ye ku dikare di dema pêş de di operasyonên azadkirina Telaffer û Mûsilê de cih bigire."
'OPERASYONA AZADKIRINA ŞENGALÊ NE OPERASYONEKE DU-SÊ ROJAN BÛ'
Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal bal kişand ser operasyona azadkirina Şengalê û got, "Operasyona azadkirina Şengalê ne operasyoneke du-sê rojan bû. Salekê me li çiyayê Şengalê Şengalê li ber xwe dan. Bi pêngavên xwe re me hem gelê xwe parast, hem jî DAIŞ qels kir. Operasyona azadkirina Şengalê di encama vê berxwedanê de pêk hat. Ji bo fêmkirin û dîtina roja YBŞ'ê, divê ji vî alî ve mijar bê nirxandin."
'YBŞ LI IRAQÊ HÊZEKE SÊYEMÎN E'
Şengal destnîşan kir ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li Iraqê hêzeke sêyemîn e û da zanîn, ku rol û mîsyona xwe, di pratîka xwe ya beriya niha de veşartî ye.
Şengal got, "Hin kesan em tine hesibandin, nexwestin me bibînin. Çiqasî dixwazin bila vê bikin. Lê belê rastî cuda ye. Yê ku berî operasyona mezin ket nava Şengalê, taxên Stî Zeynep û Heynasir azad kir, YBŞ û HPG bû. Her wiha gelek gundê li aliyê bakur ê çiyê ji aliyê hêzên me ve hatin rizgarkirin. Piştî ku em ketin navê, hêzên din hatin. Mînak; tevî hemû êrîşên çeteyan jî me 11 mehan taxên Stî Zeynep û Heynasir parastin. Di dema vê parastinê de gelek hevalên me şehîd ketin. Bêguman di vê pêvajoyê de me destekek xurt ji HPG'ê wergirt. Mînak; li eniya rojava ya operasyona azadkirinê de HPG'ê roleke girîng lîst. Divê ev jî were dîtin."
HIN KES JI BO PEREYAN TEVLÎ PDK'Ê BÛN
Mazlûm Şengal da xuyakirin ku ew li ser daxwaz û pêwîstiya gel a ji bo parastinê ava bûn û got, "Bi sed hezaran mirovên me ji êrîşên çeteyan reviyan, xwe li çiyê girtin û parastina vî gelî ji bo me gelekî hêja û wezîfeyeke bingehîn bû. Bi xurtbûna berxwedanê re êrîşên DAIŞ'ê roj bi roj bêhtir hatin şikandin. Bi şikestina êrîşên DAIŞ'ê re gel hêz û moraleke mezin wergirt. Pêşmerge bêyî gel biparêze reviya bû. Li hemberî vê yekê, avabûna YBŞ'ê di nava gel de erê li ber hesta baweriya ji xwe vekir. Yên ku niha xwe bi şêweyê cemaetê bi rêxistin kirine jî, di destpêkê de beşdarî berxwedana bi pêşengiya YBŞ'ê bûbûn. Mînak; Qasim Şeşo bi wî rengî bû. Di fermandariya YBŞ'ê de cih girtibû. Piştî ku rê vebûn, derfet çêbûn, derbasî aliyê PDK'ê bû.
Bêguman sedema çûyîna wan girîng e. Di vî warî de girîng e em bên naskirin. YBŞ ne hêzeke welê ye ku di berêla pereyan de mirovan birêxistin dike yan jî tevlî têkoşînê dike. Ji ber vê rastiyê, kesên mîna Qasim Şeşo ji bo pere, ji nava me qut bû û derbasî nava PDK'ê bû."
'EM NÊRÎNÊN RÊBER APO ESAS DIGIRIN'
Der barê têkiliya bi PKK'ê re Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal ev nirxandin kir:
"PKK di roja destpêkê de hat Şengalê, li dijî êrîşên DAIŞ'ê civaka Êzidî parast û gelên li Şengalê parast. Pêwîste hurmet ji vê re bê nîşandan. Pêngaveke gelekî dîrokî pêk anî. Bêguman cîhanê ev dît û teqdîr kir. Bi vekirina korîdora însanî re nehişt ku DAIŞ komkujiyên mezintir bike. Bi vî rengî hêz da me.
Bêguman em nêrînên Rêber Apo esas digirin. Têkiliyên me yên bi PKK'ê re li ser vê bingehê ne. Lê belê mirovên di nava PKK'ê de cih digirin, jiyana xwe ya şexsî, jiyana malbatî bi temamî danîne aliyekî. Lê rewşa me ne bi vî rengî ye. Em hêzeke parastina civaka Êzidî ne. Hêzeke ji gelê herêmê pêk tê ne. Mirovên xwedî malbat, xwedî zarok di nava me de hene. Mirovên xwedî jiyaneke civakî, malbatî ne. Ji vê mînaka biçûk jî tê fêmkirin ku ne hêzeke yek in.
Lê belê dikarim vê bêjim. HPG di dema avabûna YBŞ'ê de ji aliyê perwerdeya leşkerî û tecrûbeyan ve, lîkarî da YBŞ'ê. Ji ber ku em hînê hêzeke nû bûn û tecrûbeyeke me tinebû. Di vê mijarê de em hewl didin alîkariyê ji hêzên din jî werbigirin. Mînak; em dixwazin têkiliyên me bi pêşmergeyan re jî hebin. Hêzên ser bi Heyder Şeşo û hin cemaetên din jî di operasyonên li eniyên pêşengiya me de cih digirin. Me xwest vê yekê bi pêşmergeyan re jî bikin. Lê belê xwe nêzîk nekirin."
Der barê têkiliyên bi hikûmeta herêmê û hikûmeta Iraqê re Şengal got, "Yên di nava YBŞ'ê de cih digirin, mirovên welatiyên Iraqê ne. Lewma em hêzeke li Iraqê ne. Tiştekî gelekî xwezayî ye ku em bi hikûmeta navendî re têkiliyê deynin. Bi hikûmeta herêmê re li navendê têkiliyên me nîne, lê belê li hin cihan bi nûnerên wan re hene. Bi hêzên derve re jî têkiliyên me hene. Bi welatên Ewropayê re têkilî û hevdîtinên me hene. Ev yek mafê me yê herî xwezayî ye. Em jî dîplomasiya xwe dimeşînin.
'EM DIXWAZIN JIN Û KEÇÊN XWE RIZGAR BIKIN Û JIYANEKE EWLE BIDIN GELÊ XWE'
Şengal bibîr xist, ku di rewşa heyî de hin gund hene ku di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de ne û di destpêkê de dixwazin van gundan azad bikin. Şengal ragihand, ku li gorî rewşê ew dixwazin bi awayekî katîf tevlî operasyonên azadkirina Telaffer û Mûsilê jî bibin.
Şengal got, "Di destê DAIŞ'ê de Êzidî hene. Jin û keçên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Em dixwazin wan rizgar bikin. Her wiha em dixwazin gelê me li Şengalê vegerin û bi vî rengî bikin ku gelê me li ser xaka xwe bi awayekî ewle bijî."
BANGA JI BO GEL Û CIWANÊN ÊZIDÎ
Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Girîng e ciwanên Êzidî berê xwe bidin xaka xwe. Azadî ancax li ser xaka xwe pêkane. Ciwanên Êzidî li şûna ku koçî hin cihên din bikin, bila werin tevlî refên YBŞ'ê bibin û xweparastina xwe xurttir bikin. Ev berpirsyariyeke dîrokî ye. Garantîkirina azadiya Şengalê jî bi vî rengî dibe. Ewlekirina jiyana mirovên me, bi vî rengî dibe. Lewma divê her kes berê xwe bidin Şengalê."