Jinên Apoyî piştgirî dan berxwedana Bakurê Kurdistanê
Jinên Apoyî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk çalakî lidar xistin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
Jinên Apoyî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk çalakî lidar xistin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
Jinên Apoyî yên li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin cem hev, êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd protesto kirin. Jinên Apoyî, pêkanînên dewleta Tirk û Erdogan bi “qetlîamê” pênase kir.
Di daxuyaniya jinên Apoyî de ev xal derketin pêş: “Wek jinên Apoyî yên Rojhilatê Kurdistanê, em êrîşên Erdoganê faşîst û dewleta AKP’ê yên li ser gelê me yê aştî û demokrasiyê dixwazin dimeşîne, şermezar dikin. Em ji Mahabadê, gelê Kurd ên leheng, berxwedêr ê Amedê silav dikin. Em dibêjin Amed li ber xwe bide, berxwedan jiyan e. Bijî berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê.
Jinên Apoyî yên Mahabadê bang li jinên Apoyî yên bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin berxwedana Bakurê Kurdistanê.
Çalakiya Jinên Apoyî bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Amedê” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.