Kurdistanî bi biryar in ku dorpêçiyê bişikînin

Girseya gel a ji navenda Şirnexê ber bi Cizîr û Silopiyayê ve dest bi meşê kir, rastî êrîşê hat û berxwedana xwe li nava erdan dewam kir. Komek ku ji benda hêzên dewletê derbas bû, meşa xwe didomîne.

Berxwedana gelê Şirnexê ya ji bo şikandina êrîşên li hemberî Cizîr û Silopiyayê, dewam dike. 

Hêzên dewleta Tirk bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Gel jî bi ço û keviran bersiv da hêzên dewletê.

Gireya gel a ji ber êrîşê li nava erdan belav bû, berxwedana xwe li vir didomîne.

Komeke din jî ku di nav de wekîlên HDP'yî hene, ji bendê derbas bû û dimeşe.

...