KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Cizîra Botan, leşkerekî din hat kuştin
Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku "qedexeya derketina derve" û êrîşên li hemberî gel di roja 7. de ne, hat ragihandin ku leşkerekî din hatiye kuştin. -
Gelê Botanê wê sibe bimeşe Cizîrê
Hat ragihandin ku bi hezaran kesên ji gundên Şirnex û Cizîrê, sibe ber bi Cizîrê ve bimeşin, ku ev 7 roj in hatiye dorpêçêkirin. -
Li Parîsê civîna gel
Li herêma Vîllîers le belle ya paytexta Fransa Parîsê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna gel hat lidarxistin. -
Ji Efrînê desteka ji bo berxwedana Bakur
Kantona Efrînê, destek da berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê. -
Li Cizîrê Drone'yeke din hat xistin
Li taxa Yafes a Cizîra Botan, pêgereke din a hewayî ya keşfê ya polîsên Tirk Drone hat xistin. -
Li Hezexê teqîn: 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan-HAT NÛKIRIN
Li Hezexê, tupekî pîknîkê li malekê teqiya. Mûhîttîn Olgar (50), Omer Geçgel (28) û Mehmet Latîf Olgar (36) ên di dema teqînê de li malê bûn jiyana xwe ji dest dan. -
Li hemberî biryargeha Class a li Amedê êrîş: 2 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin
Li navçeya Amed Sûrê, li hemberî Otela Classê (Green Park) ku ji dema ragihandina "qedexeya derketina derve û vir ve weke biryargehê ji aliyê çekdarên dewletê ve tê bikaranîn, çalakî hat lidarxistin. Di êrîşê de 2 tîmên taybet hatin kuştin. -
Gundiyên ji bo şikandina dorpêçiyê berê xwe dan Silopiyayê rastî êrîşê hatin
Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Silopiyayê û destekkirina berxwedana gel, gundiyên navçeyê berê xwe dan taxên berxwedanê. Lê belê polîs û leşkerên dewleta Tirk bi fîşekên rastî êrîşî gundiyan kirin. -
Polîsên Tirk li Cizîrê jineke ducanî birîndar kirin
Li navçeya Cizîrê ku êrîşên giran li gel tê kirin, Guler Yanalak (32) a bi 7 mehan ducanî ye, bi guleya polîsên tevgera taybet ên Tirk, ji zikê xwe birîndar bû. -
Li Silopiyayê, hêzên dewleta Tirk guleyan li avahiyeke sivîl tê de ne direşînin
Li Silopiyayê êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî sivîlan dewam dikin. Leşker û polîsên dewleta Tirk, guleyan li avahiyeke ku gelek sivîl tê de ne, direşînin. -
Dewleta ku li Sûrê nikare berxwedanê bişikîne, malan dişewitîne
Ji ber bomberdûman û topbarana hêzên dewleta Tirk, şewata li gelek avahiyan derket, mezin dibe. Ji ber êrîşên giran, gel nikare şewatê vemirîne. -
Li Sûrê hêzên dewleta Tirk îşkenceyê li gel dikin
Li Sûr a dîrokî, ku 19 roj in rewşa awarte lê heye û rastî êrîşên giran ên dewletê tê, hat ragihandin ku tîmên tegera taybet ên Tirk avêtin ser taxan, deriyên malan şikandin û îşkence li gel kirin. -
Gelê Kerboranê li dijî êrîşan herikî kolanan
Bi hezaran kes li navenda navçeyê û gundan daketin kolanan û berê xwe dan taxa Safa. -
Mamosteyê li pêşiya Nisêbînê çalakiya rûniştinê pêk anî hat binçavkirin
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku rewşa awarte ya li 4 taxan di roja 7. de ye, mamoste Abdulcelîl Çelebî ji bo şermezarkirina vê pêkanîn, li pêşiya Nisêbînê çalakiya rûniştinê pêk anî, lê hat binçavkirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Nurnbergê hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Nurnbergê hat pîrozkirin. -
Cenazeyê Bîlgîç şandin Şirnexê
Cenazeyê Îbrahîm Bîlgîç (18) ê ku li Silopiyayê bi guleya tîmên taybet ên dewleta Tirk a li sînga wî ket jiyana xwe ji dest da, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
Li taxa Cûdî Drone hat xistin
Li taxa Cûdî ya Cizîrê, pêgera keşfê ya polîsên Tirk a li hewayê dîmen dikişand, hat xistin. -
Li Stûttgartê çalakiya ji bo xwerêveberiyê
Li Stûttgartê bi meşeke girseyî, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin. -
Li Ewropayê çalakiyên ciwanan
Ciwanên Kurd ên li Ewropaye dijîn, ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyan, li gelek deran çalakî lidarxistin. -
Qadir: Me ji hikûmeta Iraqê xwest ku bi awayekî fermî bi PKK'ê re têkiliyê deyne
Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Ferhat Qadir da xuyakirin, ku koma YNK'ê ji hikûmeta Iraqê xwestiye, ku bi awayekî fermî bi PKK'ê re têkiliyê deyne û got, "PKK, ji bo mafên herî rewa yên gelekî têdikoşe." -
Ji bo korîdora însanî ya Efrîn-Şêxmeqsûd peyman hat morkirin
YPG'ê û Odeya Çalakiyê ya Fetîh a Helebê, li ser vebûna korîdoreke însanî ya navbera Efrîn û Taxa Şêxmeqsûdê, peymanek îmze kirin. -
Wan ji meşa mezin re amade ye
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên tinekrinê yên li Kurdistanê, jiyan îro li Wanê sekinî. Dikanên li bajêr girtî ne, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin. -
Cenazeyê Bozkûrt ê 70 salî yê hat qetilkirin birin Şirnexê
Cenazeyê Selahattîn Bozkûrt ê 70 salî yê duh bi şev li Cizîrê hat qetilkirin, danê sibehê ji aliyê gel ve bi bilindkirina alên spî ji taxê hat derxistin û teslîmî ambûlansê hat kirin. -
Li Silopiyayê du kes hatin qetilkirin
Li taxa Nûh a Silopiyayê, dayika 11 zarokan Taybet Înan (57) û tiyê wê bavê 6 zarokan Yûsûf Înan (40) ên ku duh êvarê tîmên taybet gule li mala wan reşandin û birîndar bûn, danê vê sibehê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Cizîrê derb li maşîneke zirxî hat xistin
Li Cizîra Botan ku rewşa awarte di roja 7. de lê dewam dike, tîmên taybet û leşkerên Tirk danê sibehê hewl dan bi maşînên zirxî û tankan bikevin nava Taxa Cûdî.