Li Parîsê civîna gel

Li herêma Vîllîers le belle ya paytexta Fransa Parîsê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna gel hat lidarxistin.

Di civîna ku bi sedan Kurdistanî lê amade bûn de, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, Parlamentera berê ya Mersîn Ozlem Oz Kuçukkeleş û rojnamevan Fûat Kav axivîn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê destpê kir.

Oz Kuçukkeleş di destpêkê de mafê axaftinê wergirt û bang li hemû gelan kir ku di roja îro de li cem gelê Kurdistanê yê xwerêveberiyê diafirîne, cih bigirin.

Siyasetmedar-nivîskar Fûat Kav jî da xuyakirin ku dewleta Tirk di van êrîşên xwe yên dawî de heta jê tê êrîş dike û got, "Bêguman li hemberî vê yekê berxwedaneke gelekî mezin heye. Girîng e bi hemû çalakiyên xwe yên bi plan û rêxistinî, em êşên gelê xwe sivik bikin û berxwedanê xurt bikin."

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî diyar kir ku divê hemû gelên li Ewropayê li hev bicivin û eniya berxwedanê bi pêş ve bibin.

Di vê navberê de li Dergaya Pîr Sûltan Abdal jî bi beşdariyeke girseyî panela bi mijara "Komkujiyên Girtîgeh, Roboskî û Mereşê nayên ji bîr kirin" hat lidarxistin.

...