Ji Efrînê desteka ji bo berxwedana Bakur
Kantona Efrînê, destek da berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê.
Kantona Efrînê, destek da berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê.
Li Kantona Efrînê, ku ji 27'ê Mijdarê û vir ve li êrîşên çeteyan rast tê, ji bo destekkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê kon tê vedan.
Rêveberiya Xweseriya demokratîk a Kantona Efrînê ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê, konê piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê vedide. Kon li qada Şehîdan a li navenda bajarê Efrînê di bin dirûşmeya ‘însiyatîfa piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê’ de, hat vedan.Amadekariyên dawî yên destpêkirina rêzeçalakiyên piştgiriyê li kon bi dawî bûn.
Rêzeçalakiyên li kon wê îro destpê bikin û wê gelek saziyên civaka sivîl tê de beşdar bibin.
Rêzeçalakiyên piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê wê 5 rojan bidomin. Di çarçoveya rêzeçalakiyan de, wê meş li navçeyên Şiyê, Raco, Bilbilê û bajarê Efrînê bên lidarxistin.