Li hemberî biryargeha Class a li Amedê êrîş: 2 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin

Li navçeya Amed Sûrê, li hemberî Otela Classê (Green Park) ku ji dema ragihandina "qedexeya derketina derve û vir ve weke biryargehê ji aliyê çekdarên dewletê ve tê bikaranîn, çalakî hat lidarxistin. Di êrîşê de 2 tîmên taybet hatin kuştin.

Li navçeya Amed Sûrê, li hemberî Otela Classê (Green Park) ku ji dema ragihandina "qedexeya derketina derve û vir ve weke biryargehê ji aliyê çekdarên dewletê ve tê bikaranîn, çalakî hat lidarxistin. 

Di êrîşê de 2 tîmên taybet hatin kuştin.

Li navçeya Amed Sûrê, ku "qedexeya derketina derve" di roja 19. de dewam dike, ji ber êrîşên tîmên tevgera taybet û leşkerên Tirk, şerekî dijwar diqewime. Li gelek deverên navçeyê teqîn rû didin. Gelek malên ku bûne hedefa guleyên çekên giran ên hêzên dewletê, dişewitin.

Bi destpêkirina êrîşan de hêzên çekdar ên dewleta Tirk, Class Otel a li kolana Gazî dagir kirin û qatê jorê ji xwe re kirin biryargeh. Li hemberî vê biryargeha hêzên çekdar ên Tirk çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 tîmên taybet ên dewleta Tirk hatin kuştin.