Qadir: Me ji hikûmeta Iraqê xwest ku bi awayekî fermî bi PKK'ê re têkiliyê deyne

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Ferhat Qadir da xuyakirin, ku koma YNK'ê ji hikûmeta Iraqê xwestiye, ku bi awayekî fermî bi PKK'ê re têkiliyê deyne û got, "PKK, ji bo mafên herî rewa yên gelekî têdikoşe."

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Ferhat Kadi da xuyakirin, ku koma YNK'ê ji hikûmeta Iraqê xwestiye, ku bi awayekî fermî bi PKK'ê re têkiliyê deyne û got, "PKK, ji bo mafên herî rewa yên gelekî têdikoşe." Qadir destnîşan kir ku PKK li Iraqê li dijî terorîzmê şer dike û hemû gelan li hemberî terorê diparêze.

Kadi diyar kir ku hikûmeta Iraqê ragihandiye ku ew naxwaze li welatê wan hêzeke biyanî hebe û got, "Lê belê Tirkiye, di çarçoveya peymanên berê de, ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ya sala 2003'an ve hatin redkirin, li Başûrê Kurdistanê ye."

Kadi bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Rêber Apo piştî dîlgirtinê jî pêşengî ji şoreşê re kir û têkoşîna gelê Kurd mezintir kir. Li hemberî vê rewşê, tecrîda li ser Rêber Apo şidandin û hînê jî ev tecrîd dewam dike. Tevî vê yekê êrîşên xwe yên li hemberî gel zêde kirin. Lê belê ev yek, ji gelê Kurd bêhtir wê zerarê bide wan. Ji ber ku em dizanin Saddam jî heman tişt li Kurdan kir û ev yek bû dawiya Saddam."

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Ferhat Qadir bibîr xist ku li Parlamenta Iraqê li hemberî hatina elşkerên Tirk biryar hatiye stendin û diyar kir, ku ji ber pirsgirêkên navbera Kurdan, artêşa Tirk di sala 1997'an de li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye.

Qadir ragihand ku wî bi xwe beriya niha li Parlamenta Iraqê xwestiye, li hemberî binpêkirina xaka Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve helwestek were nîşandan û go, "Di sala 1983'an de di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, ji bo parastina ewlekariya sînorên Tirkiykeyê peyman hatibû morkirin ku dewleta Tirk bi qasî 20 kîlometreyan bikeve nava xaka Iraqê. Lê belê hikûmeta Iraqê ya piştî sala 2003'an hat avakirin, van peymanan derbasdar nabîne. Berevajî vê yekê Parlamenta Iraqê di sala 2009'an de biryarek stend û destnîşan kir ku divê hemû hêzên biyanî yên li nava xaka Iraqê bên derxistin. Iraq qebûl nake ku hin dewlet ji berjewendiyên xwe li nava xaka Iraqê bin."

Qadir da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê diyar kiriye ku di navbera dewleta Tirk û Iraqê de ti peyman nîne, divê dewleta Tirk ji nava sînorên Iraqê derkeve û got, "Lê mixabin ew hêz hînê li nava xaka Iraqê ye. Hikûmeta Tirk di daxuyaniyên xwe yên fermî de dibêje ku ew ê venekişe. Ji xwe li ser vê yekê, li Neteweyên Yekbûyî, biryar hat dayîn ku civîneke taybet bê lidarxistin."

ÎDÎAYA DIBÊJE; 'DEWLET TIRK JI BO ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê DERBASÎ NAVA IRAQÊ BÛYE', NE RAST E

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Ferhat Qadir anî ziman ku îdîaya dewleta Tirk ku dibêje ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê derbasî nava xaka Iraqê bûye, ne rast e û got, "Di sala 2003'an de ji bo hilweşandina rejîma Baas, dewleta Tirk ti alîkarî neda. Ji xwe heta niha dewleta Tirk ti carî alîkarî nedaye Iraq û Kurdan.

Wê demê divê ji wan ev pirs bê kirin; 'Dema DAIŞ'ê êrîşî Hewlêrê kir, çima deng ji Tirkiyeyê derneket?'  Wê çaxê ti helwest nîşan neda. Rêveberiya Hewlêrê hingî dabû xuyakirin, ku helwesta dewleta Tirk a li pêşberî êrîşên DAIŞ'ê, helwesteke divê were şermezarkirin e. Eger armanca wan bi rastî jî şerê li dijî DAIŞ'ê bûya, wê ji roja destpêkê ve bihata. Niha li herêmê guhertinên cidî rû didin û dewleta Tirk jî dixwaze bi sûdwergrtian ji vê pêvajoyê re li serdema Osmaniyan vegere. Lewma xewna Mûsil û Kerkûkê dibîne. Lê belê dixwazim bêjim ku ev xewn wê nebin rastî."

Qadir da xuyakirin ku hikûmeta Iraqê niha nikare yekser dest li baregehên leşkerî yên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê werbide û got, "Wekî din, hin derdorên Sûnî yên li herêma Mûsilê, dewleta Tirk ji bo xwe weke rizgarker dibînin. Bi taybetî Waliyê berê yê Mûsilê bi bahaneya rizgarkirina Mûsilê bang li dewleta Tirk kiriye ku bê herêmê. Lê belê parlament dikare ji bo vegerandina van hêzan, qeweta xwe bi kar bîne. Dibe ku derxistina hêzên ji salên 90'î û vir ve li herêmê ne, bi carekê ve nebe.

Niha jî radibin PKK'ê weke rêxistina terorîst dibînin û timî dike bahaneya êrîşê. Ev nêrîna wan e. Em PKK'ê weke rêxistineke terorîst nabînin. Ev nepêkan e. Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li Parlamenta Iraqê bi awayekî vekirî spasiyên xwe pêşkêşî PKK'ê kir. Destnîşan kir ku PKK ne rêxistineke terorê ye, bileks tevgereke li dijî terorîzmê şer dike ye. Rêxistina terorê DAIŞ bi xwe ye. PKK'ê di têkoşîna xwe ya li dijî vê rêxistina terorê de gelek şehîd da."

'ME JI HIKÛMETA IRAQÊ XWEST KU BI AWAYEKÎ FERMÎ BI PKK'Ê RE TÊKILIYÊ DEYNE'

Qadir bibîr xist ku weke koma YNK'ê wan ji hikûmeta Iraqê xwestine ku bi awayekî fermî bi PKK'ê re têkiliyê deyne û got, "Me xwest ku bike ku PKK karibe li xaka Iraqê bixebite. PKK ji bo mafên herî rewa yên gelekî têdikoşe. PKK li dijî terorîzmê şer dike. Hemû gelan li hemberî terorê diparêze. Wê demê çima mafê dewleta Tirk ê hatin Iraqê hebe, lê yê PKK'ê tinebe? Divê ev hebe. Ev mafê herî xwezayî ye.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gava HDP'ê 80 parlamenter bi dest xist, dewlet şoq bû. Dewleta Tirk ji vê tirsiya. Ji ber fêm kir ku êdî ewçend hêsan nîne derbasî sîstema serokatiyê bibe û Erdogan dîktatoriya xwe bidomîne. Ji ber vê yekê li hincetên dubarekirina hilbijartinê geriya. Mixabin piştî zilmeke li Kurdistanê kir, hilbijartin pêk anî. HDP'ê 21 kursiyên xwe winda kir. Lê belê di nava wan şert û mercan de derbasbûna HDP'ê ji bendê, dîsa jî serketin bû. Dewleta Tirk ji bo planên xwe bi cih bîne dixwest Kurdan li derveyî parlamentê bihêle. Lê belê dema ev bi ser nexist, dest bi êrîşa li hemberî Kurdan, dest bi qetilkirina Kurdan kir. Lê dîsa jî dewleta Tirk negihaşt xeyalên xwe. Kurd li ber xwe didin. Rojava êdÎ destketiyeke gelekî mezin e. Ez bawerim ku Kurd wê rojekê li Kurdistanê dewleta xwe ava bikin."

Qadir da xuyakirin ku hemû şoreşên li cîhanê astên bi vî rengî zehmet derbas kirine, rewşa Kurdan jî bi heman rengî ye û got, "Lê belê ji ber ku dewleta Tirk ditirse ev şoreş wê dawî lê bîne, ji bo tesfiyekirina şoreşê êrîş dike. Bi vê xewn, xeyal û hesaban re Rêber Apo dîlgirtibûn. Lê belê Rêber Apo piştî dîlgirtinê jî pêşengî ji şoreşê re kir û têkoşîna gelê Kurd mezintir kir. Li hemberî vê rewşê, tecrîda li ser Rêber Apo şidandin û hînê jî ev tecrîd dewam dike. Tevî vê yekê êrîşên xwe yên li hemberî gel zêde kirin. Lê belê ev yek, ji gelê Kurd bêhtir wê zerarê bide wan. Ji ber ku em dizanin Saddam jî heman tişt li Kurdan kir û ev yek bû dawiya Saddam."