Li Sûrê hêzên dewleta Tirk îşkenceyê li gel dikin
Li Sûr a dîrokî, ku 19 roj in rewşa awarte lê heye û rastî êrîşên giran ên dewletê tê, hat ragihandin ku tîmên tegera taybet ên Tirk avêtin ser taxan, deriyên malan şikandin û îşkence li gel kirin.

Li navçeya Amed Sûrê, ku di çarçoveya konsepta tinekirinê ya topyekûn de ev 19 roj in êrîş li ser hene, li taxên derketina derve lê ne qedexe ye, tîmên tevgera taybet ên Tirk avêtin ser malan.
Tîmên taybet ên dewleta Tirk bi zêdeyî 20 Ford Ranger'an avêtin ser taxên Lalebey û Alîpaşa yên Sûrê, deriyên malan şikandin û îşkence li welatiyan kirin.
Polîsên Tirk ku li van malan bi qontaxên çekê êrîşî gel kirin, hat ragihandin ku xwediyên malan derxistine derve, ew tazî kirine û heqaret li wan kirine. Li gorî agahiyan, serdegirtin û êrîş li her du taxan dewam dikin.