Li Stûttgartê çalakiya ji bo xwerêveberiyê

Li Stûttgartê bi meşeke girseyî, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin.

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, bi qasî 3 hezar kes li hev kom bûn û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kirin.

Di çalakiya 19'ê Kanûnê saet 15:00 a li Laûtenschlagerstrasse de, berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Di çalakiya ku Kurdistaniyên li bajarên Bodensee, Heîlbronn û Stûttgartê beşdar bûn de, pankarta bi nivîsa "Bijî Berxwedana Amedê" hat vekirin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku Ewropa li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin bêdeng e û bang li Ewropayê hat kirin, ku ne li cem rejîma Erdogan, li cem gelê Kurd cih bigire.

Piştî meşê li meydana Wîlhelm Platzê mîtîngek hat lidarxistin. Endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li vir peyivîn û gotin, "Çawa ku di tevahiya dîrokê de bindestan li ber zaliman serî netewandine, wê îro jî û sibe jî têkoşîna me bidome. Ji kesên bi berxwedanê re dîrokê dinivîsînin, ji berxwedêrên di dilê wan de agirê hêvî, aştî û azadiyê heye, silav be."

...