Wan ji meşa mezin re amade ye

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên tinekrinê yên li Kurdistanê, jiyan îro li Wanê sekinî. Dikanên li bajêr girtî ne, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên tinekrinê yên li Kurdistanê, jiyan îro li Wanê sekinî. Ji bilî firin û dermanfiroşan, dikanên li bajêr girtî ne, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin.

Tax û kolanên bajêr vala ne. Gelê Wanê wê saet di 12:00 de li Parka Feqiyê Teyran li hev bicive û bi şiyara "Azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e" bimeşe.