Cenazeyê Bozkûrt ê 70 salî yê hat qetilkirin birin Şirnexê

Cenazeyê Selahattîn Bozkûrt ê 70 salî yê duh bi şev li Cizîrê hat qetilkirin, danê sibehê ji aliyê gel ve bi bilindkirina alên spî ji taxê hat derxistin û teslîmî ambûlansê hat kirin.

Cenazeyê Selahattîn Bozkûrt ê 70 salî yê duh bi şev li Cizîrê hat qetilkirin, danê sibehê ji aliyê gel ve bi bilindkirina alên spî ji taxê hat derxistin û teslîmî ambûlansê hat kirin.

Di roja 7. a rewşa awarte ya li Cizîrê de, cenazeyê Hecî Selahattîn Bozkûrt (70) ê duh bi şev ji ber guleya polîsên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, danê sibehê ji aliyê şêniyên taxê ve hat rakirin.

Girseya gel alên spî bilind kirin û cenaze birin kolana Cûdî Vestel û teslîmî ambûlansê kir. Cenazeyê Bozkûrt di destpêkê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, dûre birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.