Polîsên Tirk li Cizîrê jineke ducanî birîndar kirin

Li navçeya Cizîrê ku êrîşên giran li gel tê kirin, Guler Yanalak (32) a bi 7 mehan ducanî ye, bi guleya polîsên tevgera taybet ên Tirk, ji zikê xwe birîndar bû.

Li navçeya Cizîrê ku êrîşên giran li gel tê kirin, Guler Yanalak (32) a bi 7 mehan ducanî ye, bi guleya polîsên tevgera taybet ên Tirk, ji zikê xwe birîndar bû.

Li kolana Îstek a taxa Nûrê, ji ber guleyên polîsên tevgera taybet ên Tirk, Yanalak a ducanî bi giranî birîndar bû.

Yanalak a bi saetan li kolanê li benda ambûlansê sekinî, ji ber ku ambûlans nehat, ji aliyê xizmên wê ve bi wesayîtekê ji taxê hat derxistin.